Li Amedê 19 kes sewqî edliyeyê kirin

Piştî provokasyonên komên kontra yên çekdar ên li Amedê polîsan bi ser gelek malan de girtibûn û 19 kesên binçav kirin sewqî edliyeyê kirin.

Piştî provokasyonên komên kontra yên çekdar ên li Amedê polîsan bi ser gelek malan de girtibûn û 19 kesên binçav kirin sewqî edliyeyê kirin. Piştî îfadeyên dozgeriyê kesek serbest hat berdan 7 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Li Semta Şehîtlikê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê piştî provokasyonên komên kontra yên çekdar polîsan bi ser gelek navnîşanan de girt û 19 kes binçav kiribûn. Piştî 3 rojan kesên di binçavan de sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Ji 19 kesên îfadeyên wan li dozgeriyê bi dawî bûn yek jê serbest hate berdan û 7 kesên bi navê Diyadîn Gumuş, Serkan Dîker, Bîlal Fîlîz, Mehmet Fîdan, Îshak Akkuş, Ozan Turkekul û Merge Polat jî bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê hatin kirin.

11 kesên di nav de endamê Desteya Rêveber ê Cemiyeta Rojnamegerên Azad Ozan Kilinç jî heye hê li dozgeriyê karên wan ên îfadeyan berdewam dikin.