Li Amed, Şirnex û Midyad 6 kes hatin binçavkirin

Li Amed, Şirnex û Midyad 6 kes hatin binçavkirin

Li Şirnexê polisan şevê din bi ser gelek lana de girt û li gel 2 rêveberên BDP'ê 3 kes hatin binçavkirin. Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê jî Revebera BDP'a Midyadê Hediye Bozkurt hate binçavkirin. Li Amedê jî 2 xwendekarên zanîngehê hatin binçavkirin.

Şevê din yekîneya midûriyeta polîsan li Şirnexê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan a li taxên Yeşilyurt, Dicle û Gundogdu de rêveberên BDP'ê Bakî Sondak, Mustafa Utsek û Beşir Ýnan hatin binçavkirin. 3 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.

LI MIDYAD Û AMEDÊ JÎ 3 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li navçeya Midyada Mêrdînê jî Revebera BDP'a Midyadê Hediye Bozkurt hate binçavkirin. Polîsan Bozkurt birin Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê. Li Amedê jî 2 xwendekarên zanîngehê hatin binçavkirin. Xwendekarên Beşa Hiqûqê ya Pola 4'an Yusuf Elmas û Abdul Gafur Taniş duh di bûyerên duh yên li Amedê de hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.