Li Amed, Agirî û Dêrsimê çalakiyên gerîlayan

Li Amed, Agirî û Dêrsimê çalakiyên gerîlayan

Gerîlayên HPG’ê roja 31’ê cotmehê li navena Dêrsimê li dijî polîsên tevgera tayb et çalakiyek li dar xistin. Her wiha gerîlayan li navçeya Farqînê jî rê kotrol kir. Gerîlayan li navçeya Bazîda Agiriyê jî çalakiyek li dar xistin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê da zanîn ku 1’ê Mijdarê li navenda Dersimê li dijî leşkerên artêşa dagirker ên li herêmê Kurasî ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin û got; “Di encama çalakiya ji baskan hatiye lidarxistin, hemû baregeh bi awayeke bandor hatiye lêdan, lê hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê dijmin kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskya ji herêmê dûr xistiye û herêm ji aliyê helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin.”

HPG-NÇR’ê diyar kir ku 31’ê Cotmehê di navbera saet 17.00-18.00’an de li navbera navçeyên Farqîn û Pasûra Amedê ji aliyê gerîlayan ve rê hatiye kontrolkirin û got; “Nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Piştî çalakiyê li li dijî herêmên Haciserkeft, Mala Alîkê, Kokanê û Sultaniya Farqînê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê di heman rojê di saetên êvarî paş de vekişiyaye lê hîn jî li herêmê ji aliyê yekîneyên veşartî kemîn tê vedan û keşf tê kirin.”

HPG-NÇR’ê da zanîn ku 31’ê Cotmehê di saet 22.00’an de li navçeya Bazîda Agiriyê li dijî nuqteyeke ewlekariyê ya ji aliyê polîsên tevgera taybet tê girin ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin û ev agahî da; “Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê riya gundên diçe Bazîdê ji aliyê artêşa dagirker a tirk hatiye girtin û li dijî herêmê Kirê Elê, Kirê Xelaç û Demîrkapiyê operasyonek hatiye lidarxistin.”