Li Aksarayê yekemcar Newroz hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya ku bi hezaran kes lê amade bûn de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Newroz pîroz be", "Bê Serok jiyan nabe", "Jin jiyan azadî", "Bijî Berxwedana Kobanê" hatin qîrîn.
Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Aksarayê, li bajêr yekemcar pîrozbahiya Newrozê organîze kir. Pîrozbahî bi dirûşma "Agirê ji Şengalê heta Kobanê gur bûye, wê Rojhilata Navîn azad bike" li taxa Hassas li qada Cûma Pazari saet di 10:00 de destpê kir.
Pîrozbahiya bi beşdariya ji deh hezaran kesî, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan, destpê kir. Dûre li dora agirê Newrozê govend hat gerandin.
Axaftina vekirinê ya pîrozbahiyê ji aliyê Hevserokê HDP'ê yê Aksarayê Mûhîttîn Yilmaz ve hat kirin. Yilmaz diyar kir ku li Aksarayê yekemcar Newroz tê pîrozkirin û diyar kir ku ew hêvîdar in ev pîrozbahî ji aştî û biratiyê re bibe wesîle. Yilmaz bal kişand ser girîngî û wateya Newrozê û got, "Cejna Newrozê di serî de ji bo Kurdan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn nîşaneya berxwedanê û mizgîniya azadiyê ye."
Yilmaz di dewama axaftina xwe de got, "Em weke gelê li Aksarayê rastî asîmîlasyonê hatiye û ji cih û warên xwe hatiye kirin, înşalleh bi we re em ê mîrateyeke jiyana wekhev û paqij a di nava aştî û azadiyê de li dû xwe bihêlin."
Endamê meclîsa partiyê ya HDP'ê Orhan Çelebî jî da xuyakirin ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyeke nû daye destpêkirin û destnîşan kir ku ew ê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de benda li pêşiya wan hatiye danîn, ji sedî sed hilweşînin.
Çelebî got, "Divê tevahiya gelê me destekê bide têkoşîna li Kobanê û Şengalê. Ji ber ku azadî wê bi têkoşînê re bê." Çelebî êrîşên li Hesekê jî şermezar kir.
Li ser dika li qadê pnakartên bi nivîsa "Newroz pîroz be", "Agirê ji Şengalê heta Kobanê gur bûye wê Rojhilata Navîn azad bike", "Bi ruhê Zîlan, Bêrîtan û Arîn Newroza we pîroz be", "Ji Rêber Apo re Azadî" û alên HDP'ê hatin daliqandin.
Di pîrozbahiyê de peyama Ocalan a li Newroza Amedê jî hat xwendin û bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.
Di pîrozbahiyê de tevî rêveber û bernamzeten HDP'yî, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî amade bûn. Beşdarên pîrozbahiyê li ber stranên Ayfer Duztaş govend gerand û dawî li pîrozbahiya xwe anî.