Li Agiriyê 3 kes hatin girtin

Serokê navçeya navendî ya Agiriyê Nevzat Ayna, welatiyên bi navê Necatî Aslan û Halîl Karaoglan ku ji bo îfadeyê bidin bang li wan hat kirin û piştî îfadeyê bi îdîaya 'endamên rêxistinê ne' hatin girtin.

Li Agiriyê bi îdîaya tevlî çalakiyên 6-8'ê Cotmehê, di navbera sala 2010 û 2014'an de tevlî çalakiyan bûne ji bo îfade bidin gazî 8 welatiyan kirin. Piştî ku dozgeriyê îfadeya 8 kesan girt, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê kirin. Dadgehê piştî ku îfadeya 8 kesan girt, serokê navçeya navendî ya Agiriyê Nevzat Ayna, welatiyên bi navê Necatî Aslan û Halîl Karaoglan bi îdîaya endamên rêxistinê ne hatin girtin û 5 kes jî serbest hatin berdan. Kesên ku hatin girtin, şandin Girtîgeha Tîma M ya Agiriyê.