Li Adîgeyê Bernameya 25’ê Mijdarê
Li Komara Xweser a Adîgeyê jinên ku ji ber sedema 25’ê Mijdarê hatin cem hev: Em li dijî pergala zilamserweriyê têkoşînê geş bikin.
Li Komara Xweser a Adîgeyê jinên ku ji ber sedema 25’ê Mijdarê hatin cem hev: Em li dijî pergala zilamserweriyê têkoşînê geş bikin.
Li Komara Xweser a Adîgeyê ya girêdayî Federasyona Rûsyayê jinên Kurd ji ber Roja 25’ê Mijdarê Têkoşînê Dijî Tundiya li Jinê hatin cem hev. Jin li bînahiya Otonomiya Çanda Kurd a Adîgeyê hatin cem hev, 25’ê Mijdarê pîroz kirin û êrîşên qirkirina siyasî ya dewleta Tirk a bi ser hilbijartiyan de şermezar kirin.
Endama Tevgera Jina Kurd a Rûsyayê Mizgîn Janda xîtabî jinan kir û got, ‘’Li gel ku her roj tundî li ser jinê tê kirin, salê tenê rojekê bibîranîna tundiya li ser jinê kêm e. Tundiya li ser jinê ya zilamserweriyê divê li her qadê em şermezar bikin û li dijî vê pergalê têkoşînê geş bikin.’’
Jînda di axaftina xwe de bal kişande ser faşîzma AKP’ê ku li Bakurê Kurdistanê pêk tîne û got, ‘’wekîl û şaredarên ku bi dengên bi milyonan hatine hilbijartin ji ber hincetên pûç têne binçavkirin û girtin. Li Tirkiyê AKP desteka 5-10 milyon kesan dide pey xwe û zilmê li 70 milyon însan dike. Gelê Kurd li dijî vê hişmendiya faşîst wê bi geşkirina têkoşînê bi ser bikeve.’’
Piştî axaftinan jinan li ser girîngî û wateya rojê fikrên xwe gotin. Bi dirûşmên ‘bijî Serok Apo’ û ‘jin jiyan azadî’ civîn bi dawî bû.