Li 5 herêmên Dêrsimê operasyon

Li 5 herêmên Dêrsimê operasyon

Li herêma Çemê Kutu, Dola Pilumoriya, Çîçeklî, Demîrkapi û Çalkiranê, operasyonek berfireh hate destpêkirin. Hate zanîn ku li hin herêma pevçûn çêbû.

Şevê din li dijî 4'emîn Fermandariya Tugaaya Komando ya li herêma Bayraktepe di saetên êvarî de êrîşek çekdari pêk hat. Di êrdîşa HPG'ê ya bi çekên lûledirêj de şer derket. Piştî êrîşê yekîneyên leşkerî sewqî herêmê hatin kirin.

Piştî êrîşê bi desteka helîkopteran operasyonek berfireh hate destpêkirin. Hate zanîn ku helîkopterên kobra bê navber heremê gulebaran dikin.

Li herêma Çemê Kutu, Dola Pilumoriya, Çîçeklî, Demîrkapi û Çalkiranê, operasyonek berfireh hate destpêkirin. Li vê herêmê tîmên taybet bi helîkopteran hatin veguhestin û li girên bilind hatin bicihkirin. Hate zanîn ku li Geliyê Kutu jî di navbera gerîla û leşkerên Tirk de şerek çêbûye.

Der barê birîndar û miriyan de tu agahî nehat girtin. Hate zanîn ku li herêmê operasyon û pevçûn didome û her ku diçe çeperên operasyonê berfireh dibe. Leşkeran bi helîkopter û maşîneyên zirxî tîmên taybet veguhestin Çîçeklî, Demîrkapi û Çalkiranê.