Li 3 navendan operasyonên qirkirina siyasî: 5 kes hatin girtin
Di çarçoveya operasyonên qirkirinê de li navçeyên Nisêbîn, Kerboran ên Mêrdînê û Êlihê 5 kesên ku hatin binçavkirin hatin girtin.

Nîhat Akdogan ê li navçeya Kerboran a Mêrdînê di mala şînê ya ji bo xizmê wî hatibû danîn de hate binçavkirin, piştî îfadeya li Midûriyeta Emniyetê ya navçeyê sewqî dozgeriyê hate kirin. Piştî îfadeya Akdogan a li dozgeriyê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” û bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar hate kirin. Akdogan di çarçoveya daxwaza dozgeriyê de hate girtin. Bîrsen Tokay, Ridvan Asan û Alî Tanrikûlû yên li Qoser û Amedê hatin binçavkirin û anîn Edliyeya Nisêbînê, piştî bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar hatin kirin hatin girtin. Munevver Tanrikûlû ya bi her sê kesan hatibû binçavkirin jî serbest hate berdan.
Yên hatin girtin şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa M a Mêrdînê.
ÊLIH
Azîz Okay, Agît Erdogan, Bûrak Aba, Servet Şahîn, Mazlûm Gîtmez ên duh li Êlihê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin jî bi venêrîna edlî serbest hatin berdan, Serhat Yilmaz bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hate girtin.
Yilmaz ê hate girtin şandin Girtîgeha Tîpa M a Êlihê.