Leşkerê Kurd ê ji Efrînê hate kuştin

Leşkerê Kurd ê ji Efrînê hate kuştin

Ciwanê Kurd ê ji Efrînê Elî Mihemed Ehmed ku leşkeriya xwe ya bi darê zorê li herêma Xûta rojhilat a Şamê dikir di nava şer de hat kuştin.

Ciwanê Kurd Elî Mihemed Ehmed ku leşkeriya xwe ya bi darê zorê di togaya yekê ya hêzên esmanî de li herêma Xûta rojhilat a Şamê dikir, di encama şerê di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozîsyonê (muxalefet) de hat kuştin.

Xalê Elî mihemed, Ziyad Wehîd ragihand ku tevlî ku 15 roj di ser bûyera kuştinê re derbas bûbû jî, termê xwarziyê wî nexistibûn sarincê de û ew li korîdora nexweşxaneya Tişrîn a leşkerî li Şamê avêtî bû.

Ciwanê Kurdî Elî Mihemed Ehmed sala 1992an li herêma Efrînê ji dayik bûye.