Leşkerên Tirk zarokekî ji Qamişlo qetil kirin

Hêzên dewleta Tirk ên bi armanca qirkirinê guleyan li seranserê Nisêbînê direşînin, zarokê bi navê Ebdilstar Cibara (16) ê li Qamişloyê ku nêzî Nisêbînê ye bi giranî birîndar kirin. Cîbara tevî hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da.

Zarokê bi navê  Ebdilstar Cibara yê 16 salî di 27’ê Adara 2016'an de li taxa Qudûrbeg a Qamişlo dema li kolanê dimeşiya, bi guleya leşkerên Tirk ku ji Nisêbînê avêtin, birîndar bû.

Ebdilttar Cibara yê ji serê xwe bi giranî birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Wetanî ya li Qamişlo. Cibara ku ji wê rojê û vir li beşa Lênêrîna Giran têkoşîna jiyanê dida, nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Cibara ku îro serê sibehê jiyana xwe ji dest da, birin Mizgefta Şileha ya li Taxa Bişêriyê. Cenaze wê îro li Goristana Taxa Qudûrbegê bê definkirin.