Leşkeran îro jî li Roboskî êrîşî gel kirin - HAT NÛKIRIN-
Leşkeran piştî ku li gundê Elemunê yê navçeya Şirnex Qilabanê li du ciwanan xistin, îro jî li gundê Roboskî êrîşî gel kirin. Aloziya li gund dewam dike.
Leşkeran piştî ku li gundê Elemunê yê navçeya Şirnex Qilabanê li du ciwanan xistin, îro jî li gundê Roboskî êrîşî gel kirin. Aloziya li gund dewam dike.
Leşkera îro gundê Roboskî yê Şirnexê dagir kirin û êrîşî gel kirin.
Leşker danê sibehê bi panzeran ketin nava gund. Zarokên gund li hemberî vê rewşê li hev civiyan, lê rastî êrîşa bi bombeyên gazê ya leşkeran hatin.
Velî Encu yê li gund e anî ziman ku alozî û êrîşên leşkeran hînê dewam dikin û got, "Ji bo xwe ji gazê biparêze, ez jî neçar mam xwe biavêjim hundirê malekê."
Encu diyar kir ku di dema êrîşê de çawişekî pispor bi sixêfan li jinekê xistiye û bi vî rengî behsa zextên çend roj in li gund tên kirin: "Leşkeran berî pênc rojan li zozanan li şivanekî Roboskiyî yê pezê xwe diçêrand, xistin. Duh jî li gundê Elemunê bi derba mirinê li ciwanên 18 û 20 salî xistin. Tevî ku ev du meh in bazirganiya li ser sînor nayê kirin jî, deşt û zozanên me ji aliyê leşkeran ve hatine dorpêçkirin."
Hat ragihandin ku di dema êrîşê de çawişê pispor gef xwariye û gotiye, "Ez ê vê derê bişewitînim, bi erdê re bikim yek."
'AKP’Ê LI KURDISTANÊ POLÎTÎKAYA ŞER KIR DEWREYÊ’
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu diyar kir ku polîsan bi tundî êrîşî çalakiya ji bo Kobanê kirine û zarokek bi giranî birîndar kirine.
Encu ji bo êrîşan got: "AKP’ê li Kurdistanê polîtîkaya şer kiriye dewrê” û wiha dewam kir: “Bi gazê tê xwestin êşa komkujiyê ya kêm nebûye mezin bikin.”
Encu wiha axivî: "Ev hemû bi awayekî giştî encama polîtîkayên AKP û dewletê ne. Di mirin û birîndariyekê, di serî de qeymeqamtî, walîtî û jenderme li gel rayedarên herêmî em hikûmeta AKP’ê berpirsyar dibînin. Roboskî nuqteyeke me ya pir hesas e. Em van êrîşan qebûl nakin. Em rayedaran hişyar dikin, dawî li êrîşên li hember gel bînin.”