Leşkeran êrîşî 4 welatiyên Kobanê kirin
4 Kobaniyên xwestin ji gundê sînor ê Siwêdê derbasî Kobanê bibin, rastî êrîşa leşkeran hatin. Leşkeran bi tundî li her çar welatên Kobanê xistin û ew avêtin eraziya vala.

Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve hatin şkandin, leşkerên ku vegera Kobaniyan a bajêr hezm nakin bi tundî 4 welatiyên Kobanê derb kirin.
Li gor agahiyên hatin wergirtin, di saetên êvarî de komeke welatiyên Kobanê ku xwest ji gundê Siwêdê yê dikeve rojavayê Kobanê derbasî bajêr bibin, rastî şideta fizikî ya leşkerên bi wesayîtên zirxî dan pey wan hatin. Ji wan du kesên ku rastî şideta leşkeran hatin bi derfetên xwe ji cihê bûyerê dûr ketin. Bozan ŞêxBozan (47) û Heyder İbo (35)ji ber şideta leşkeran ku bi giranî birîndar bûn piştî 3 saetan bi ambulansa ku hat rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê.
Bozan Şêxbozan diyar kir ku tevî 2 kîlometreyan ji xeta sînor dûr bûn, rastî şideta leşkeran hatin, ji ber dest û lingê wî şkest nêzî 3 saetan li cihê bûyerê maye. Ji ber derbên daran û qûntaxên çekan ku dest û lingê Bozan Şêxbozan şikestin, Heydar Îbo yê ji bo rontgena li nexweşxaneyê nekarîbû li ser piyan bimîne ser û destê wî şkestiye.