Lehengê destana Kobanê: Diyar Bagok

Kobanê, ji bo yek ji sembolên berxwedana Kobanê fermandarê YPG'ê Diyar Bagok got; "Fermandar Diyar, lehengê sereke û xeta destana berxwedana Kobanê ye." Kobanê, berxwedana li avahiya asayîşê, ku Bagok lê bi fedaî jiyana xwe ji dest da, vegot."

Kobanê, ji bo yek ji sembolên berxwedana Kobanê fermandarê YPG'ê Diyar Bagok got; "Fermandar Diyar, lehengê sereke û xeta destana berxwedana Kobanê ye." Kobanê, berxwedana li avahiya asayîşê, ku Bagok lê bi fedaî jiyana xwe ji dest da, vegot."

Diyar Bagok (Ekrem Bîlge) yê ku di sala 1972'an de li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bû, li gelek herêmên Kurdistanê di asta pêşengiyê de têkoşiya. Bi şoreşê re Bagok derbasî Rojava bû û di avakirina hêza parastina şoreşê YPG û rûniştandina sîstema leşkerî de, di asta fermandariyê de cih girt. Bagok li her qada Rojava, ji bo pêşvebirina leşkerî ya YPG'ê xebitî, ji berxwedanê re pêşengî kir û di meha Hezîranê de piştî pêla destpêkê ya êrîşa çeteyên DAIŞ'ê derbasî Kobanê bû. Fermandar Diyar Bagok, di vê demê de di derxistina çeteyan de roleke diyarker lîst. Çeteyên DAIŞ'ê dema dest bi êrîşa xwe ya 15'ê Îlonê kirin jî, fermandar Diyar Bagok digot, "Çeteyên DAIŞ'ê ancax di ser cenazeyê min de derbas bûn hingî wê karibin bikevin mewziya min". Fermandar Diyar Bagok, dema çete gihaştin avahiya asayîşê, bi birîndarî du rojan li ber xwe neda û rê neda çeteyan. Heta ku Diyar Bagok jiyana xwe ji dest da, çeteyên DAIŞ'ê nekarîbûn bikevin avahiya asayîşê.

Fermandara YPJ'ê ya Kobanê Meryem Kobanê, fermandarê YPG'ê Diyar Bagok ê jê re dibêje "xet û sembola berxwedana Kobanê ye" û berxwedana wî vegot.

'DI AVAKIRIN Û PÊŞVEBIRINA YPG'Ê DE CIH GIRT'

Meryem Kobanê da xuyakirin, ku di sala 2012'an de beriya avabûna YPG'ê wê li qada Rojava Diyar Bagok nas kiriye û got, "Hevalê Diyar, di dema piştî wê de, di nava sala 2012'an de dema şerê Serêkaniyê destpê kir, di nava hêza teqwiye ya ji bo destekê bide me de, cih girt."

Meryem Kobanê diyar kir ku piştî şerê Serêkaniyê Diyar Bagok li herêma Tirbesiyê di asta fermandariyê de wezîfe girtiye û got, "Li vê qadê rêxistinbûyîna me ya leşkerî û rêxistinî hînê baş nehatibû rûniştandin. Gelek kêmasî hebûn. Sîstema ku bi tenê di asta tîman de tevdigeriya veguherand sîstemeke ku di asta tabûran de tevbigere. Wekî din, navendeke leşkerî ava kir. Herêma Tirbespiyê herêmeke ku hêzên rejîmê jî lê bû. Li vê herêma ku xwedî gelek zehmetiyan bû hevalê Diyar Bagok, di rûniştandina sîstema leşkerî ya YPG'ê de rola pêşengiyê lîst."

Kobanê da zanîn ku ji fermandarên YPG'ê Diyar Bagok mirovekî xwedî ruhê pêşengiyê, xwedî taybetmendiyên xurt ên fermandariyê û tecrûbeyên kûr bû û got, "Diyar Bagok bi vê taybetmendiya xwe re hem li vê qadê hem jî li gelemperiya Rojava, di avakirina û rûniştandina YPG'ê de roleke girîng lîst. Ji bo YPG ji aliyê leşkerî ve bibe pispor û şervanên wê werin xurtkirin, xebateke diyarker meşand. Di avakirin û pêşvebirina YPG'ê de yek ji hevalên di asta pêşengiyê de cih girtin Diyar Bagok e."

'BI XWE XWEST Û HAT KOBANÊ'

Kobanê ragihand ku Bagok ji Tirbespiyê derbasî Kantona Efrînê bû û li wir jî zêdeyî salekê ma û di sala 2013'an de li hemberî êrîşên El Nûsra yên li dijî Efrînê pêşengiya berxwedanê kir.

Kobanê da xuyakirin ku dema çeteyên DAIŞ'ê di Hezîrana 2014'an de dest bi pêla destpêkê ya êrîşê ya li hemberî Kobanê kirin Diyar Bagok pêşniyar kiriye ku derbasî Kobanê bibe. Ji Fermandarên YPJ'ê meryem Kobanê anî ziman ku dema ev pêşniyara wî hat qebûlkirin, di dema herî krîtîk a şer de derbasî Kobanê bû û axaftina xwe wiha dewam kir: "Çawa hat, li hemû eniyan tevlî şer bû. Di vê demê de piraniya şervanên me nû bûn. Kêmasiyên cidî hebûn. Bi perwerdekirina şervanên nû re eleqedar bû. Bi meha Tîrmehê re di derxistina çeteyên DAIŞ'ê ji herêmê de rola pêşengiyê lîst. Hatina Diyar Bagok di vê demê de hêz da şervanên li Kobanê. Tevkariyek mezin li bilindbûna berxwedanê kir."

'FERMANDARÊ DILNIZM Ê YPG'Ê

Kobanê ragihand ku Bagok li hemû qadên zehmet ên Rojava de cih girt û di asta fermandariyê de tevlî şer bû û got, "Diyar Bagok fermandarê dilnizm ê Rojava û YPG'ê bû. Xizmetkarê rêxistinê û şoreşê bû. Şoreşê di kûrahiya dilê xwe de hîs dikir û ev yek di jiyana xwe de nîşan dida. Fermandar Diyar di hemû xebat û tevlîbûna xwe de, cihêkarî di wezîfeya biçûk û mezin de nedikir. Bi fedekarî û coşeke mezin bi berpirsyariyên xwe radibû. Bêhesab bû, wêrek bû."

Fermandara YPG'ê Kobanê da zanîn ku di kesayetiya fermandar Diyar Bagok de rastiya fermandarê kedkar, fedaî, îdeolojîk, wêrek û dilnizm derket holê û bal kişand ser keda wî ya di avakirina sîstema parastinê ya Kantona Kobanê.

'DEMA ÇETE BI PÊŞ DIKETIN, HÊRSA WÎ JÎ MEZIN DIBÛ'

Kobanê diyar kir ku dema êrîşa Îlonê destpê kir fermandar Bagok li hemberî pêşketina çeteyên DAIŞ'ê gelekî bi hêrs dibû û ji hevalan re ev pêşniyar dikir' "Divê em ti carî dest ji mewziyên xwe bernedin. Komek ji hevalan bidin gel min, em ji pişt ve dor li çeteyan bigirin."

Kobanê got, "Di wan rojan de yekane nêrîna Hevalê diyar; 'ez çawa dikarim derbê li dijmin bixim' bû. Hevalê diyar li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên bi tankan êrîş dkirin digot 'çi dibe bila bibe divê em îmha bikin. Eger pêwîstî hebe divê em çalakiya fedaî pêk bînin'. Di wê demê de li hemû mewziyan digeriya û moral dida hevalan." Kobanê anî ziman ku fermandar Diyar ti carî xwe li hatina çeteyên DAIŞ'ê ber bi Kobanê ranedigirt û destnîşan kir ku herî zêde jî windakirina şervanên ciwan ew gelekî diêşand.

'KENGÎ DI SER CENAZEYÊ MIN RE DERBAS BÛN, HINGÎ DIKARIN BI PÊŞ VE BIÇIN'

Kobanê ragihand ku li hemberî gengaziya ketina nava bajêr a çeteyên DAIŞ'ê, Diyar Bagok li navenda bajêr amadekarî meşand û got, "Hem ev amadekarî dikir, hem bi xwe diçû mewziyan, li mewziyan şer dikir, şervan kom dikir û ew motîve dikir. Kobanê dixwest rola pêşengiyê bilîze. Û lîst. Bû sembola şerê li Kobanê. Veguherî nîşaneya şênber a vîna fermanê têk naçe, naşikê. Digot, 'Kengî dijimn di ser cenazeyên me re derbas bû, hingî dikare derbasî mewziyên me bibe'. Biryardariya 'heta em bijîn dijmin nikare ji xetên em diparêzin derbas bibin' nêzîkatiya bingehîn a hevalê Diyar bû."

'DIYAR BÛ XETA ME YA BERXWEDANÊ'

Kobanê da xuyakirin ku ev nêzîkatî ji bo Fermandarê YPG'ê Diyar Bagok felsefeyek, şêweyeke bawerî û dilsoziya îdeolojîk bû û ev yek destnîşan kir: "Ev rêbaza dilsoziyê ya hevalê Diyar û nêzîkatiya wî, ji bo şervanên YPG/YPJ'ê bû xeteke berxwedanê ku dijmin mezin neyê dîtin ku li her nuqteyê gavek jî bi paşve neyê avêtin. Hevalê Diyar, xebat berxwedanê ya şerê bajêr ê Kobanê, di kesayetiya xwe de afirand."

'DIVÊ KOBANÊ LI DAIŞ'Ê BIBE GORISTAN'

Kobanê got, "Dema çeteyên DAIŞ'ê ketin hundirê bajêr, hevalê Diyar ji min re got, 'Divê Kobanê li DAIŞ'ê bibe goristan. Dema Girê Miştenûrê ket hevalê Diyar digot, 'diviyabû me Miştenûr ti carî ji dest bernedabûna." Kobanê destnîşan kir ku DAIŞ çiqasî nêzî bajêr dibû, hêrs û ruhê fedaî yê Bagok jî ewqasî mezin dibû.

'DIYAREKÎ EM PIŞTA XWE DISPÊRÎN WÎ'

Kobanê da zanîn ku di wesayîta Bagok de her tim cebilxaneyeke ku tabûrek karibe pê li ber xwe bide hebû û got, "Kesekî bi tenê bû, lê belê bi qasî ku artêşek li ber xwe bide, di wê astê de xwe amade dikir."

Kobanê diyar kir ku hînê şer li gundan bû Bagok sivîl ji nava rîskê derxist, derbasî cihên ewle kir û axaftina xwe wiha dewam kir: "Diyar Bagok ji bo rêhevalên xwe û şervanan nîşaneya hêvî û baweriyê bû. Mîna navê xwe Diyarek bû ku mirov dikarîbû pişta xwe bispartê. Yên bi wî re li heman mewziyê şer dikir, bi hêza jê digirtin re ti carî mewziya xwe bernedan. Heta dawiyê li ber xwe dan û şehîd ketin. Li mewziya Diyar bagok lê bû, vekişîn nedibû. Berxwedan û lehengî hebûn."

'LI AVAHIYA ASAYÎŞÊ DESTANA BERXWEDANÊ DIHAT NIVÎSANDIN'

Kobanê ragihand ku di destpêka meha Cotmehê de di 6'ê Cotmehê de ku yek ji rojên herî dijwar ê şer bû, çeteyên DAIŞ'ê xwe nêzî avahiya asayîşê kirin û anî ziman ku fermandar Diyar bi însiyatîfa xwe çû herêmê û berxwedan lê xurt kir.

'NE BI BIRÎNA XWE, BI RÊ Û RÊBAZÊN BERXWEDANÊ RE MIJÛL DIBIM'

Kobanê da xuyakirin ku dema çeteyên DAIŞ'ê berê xwe dan avahiya asayîşê, Diyar Bagok bi tena serê xwe kolana diçû avahiyê digirt û got, "Di vê demê de ji zikê xwe birîndar bû. Me jî ji hevalê Diyar xwest bê aliyê me. Hevalê Diyar ev qebûl nekir. Pûşiya xwe derxist, li ser birîna xwe girê da û berxwedana xwe deqwam kir. Piştre heta avahiya asayîşê hat. Dema xwe gihand avahiya asayîşê ji hevalên li wê derê re got ku biçin. Cebilxaneya li ser hevalên xwe ji wan stend. Dixwest bi vê cebilxaneyê re demeke dirêj şer bike. Di vê kêliyê de bi rêya bêtêlê min pê re têkilî danî.

Di wê demê de hînê li pişt avahiya asayîşê bû. Got ku hevalê Dogan (Mûstafa Erdîl) li cihekî nêzî herêma lê ye, şehîd ketiye. Gelekî dilsoziyê hevalê Dogan bû. Min jê re got ku divê xwe ji wir vekişîne, birîndar û bi tenê ye. Wî jî ji min re got, 'Di vê demê de divê em ne bi birînên xwe, bi rê û rêbazên berxwedanê re mijûl bibin' û qebûl nekir ku xwe vekişîne."

Kobanê da xuyakirin ku piştî çend saetan pêwendiya bêtêlê ya bi fermandarê YPG'ê Diyar Bagok re qut bû û bi vî rengî berxwedana destanî ya ji vê keliyê û pê ve li derdora avahiya asayîşê destpê kir, vegot:

"Berxwedana destanî ya di 6'ê Cotmehê de li derdora avahiya asayîşê destpê kir, di 7'ê Cotmehê de li avahiya asayîşê dewam kir. Hevalê Diyar li avahiya asayîşê mîna artêşekê şer dikir. Çeteyên DAIŞ'ê digotin qey di avahiyê de komek heye. Ji ber vê yekê hêzeke mezin li herêmê bicih kir û du maşînên bombebarkirî li wir teqandin. Hevalê Diyar bi dehan çete li wir kuşt. Piştî ku cebilxaneya wî qediya, bi berxwedaneke fedaî, çeteyên DAIŞ'ê ji hev belav kir, gavekê jî bi paş ve neavêt û şehîd ket."

'DIYAR LEHENGÊ SEREKE YÊ DESTANÊ BÛ'

Kobanê bibîr xist ku fermandar Diyar digot "Ancax di ser cenazeyê min re derbas bibin dikarin biçin mewziya min" û destnîşan kir ku fermandar Diyar Bagok li gorî vê gotina xwe tevgeriya.

Kobanê da zanîn ku ev yek ruhekî cuda ye, xeta berxwedanê ya Kobanê azad kiriye û got, "Hevalê Diyar sembola fermandar û şervaniya Kobanê ya têk naçe ye. Ev ne tenê sekneke hestewar bû. Sekneke îdeolojîk û bi pîvan bû. Parastina pîvanî ya fermandarekÎ bû. Eger Kobanê destaneke berxwedanê be, Diyar lehengê sereke yê vê destanê ye. Diyar Bagok di her kêlî û li her qada şoreşa Rojava de bi lehengî şer kir û bi lehengî şehîd ket."

'LI CIHÊ LÊ ŞEHÎD KET ALA ME LI BA YE'

Kobanê da xuyakirin ku çikandina ala YPG'ê li avahiya asayîşê cihê Diyar Bagok lê berxwedaneke mezin nîşan da, xeyala her şervanên di berxwedana Kobanê de cih girtin û jiyana xwe ji dest dan bû û got, "Van hevalan nedîtin, lê belê şopdarên wan ala serketinê îro li avahiya asayîşê li ba didin. Lê me xwe negihand cenazeyê hevalê Diyar. Di wan rojan de derfetên me nebû em cenazeyê wî werbigirin. Ev yek wê her tim dilê me biêşîne."