Lêgerîna li edaletê di hefteya 375. de ye

Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan di çalakiyên xwe yên li Amed û Êlihê de dan xuyakirin, ku heta dîtina windahiyan ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan di çalakiyên xwe yên li Amed û Êlihê de dan xuyakirin, ku heta dîtina windahiyan ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

AMED

Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan a Amedê vê hefteyê jî bi slogana "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" cara 375. li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolû hatin cem hev û çalakî lidar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine qetilkirin û windakirin hatin hilgirtin. 

Serokê ÎHD'ê Şaxê Amedê Racî Bîlîcî li vê derê axivî û destnîşan kir, ku çi dibe bila bibe ew ê weke xizmên windayan têkoşîna xwe bidomînin. Bîlîcî diyar kir, mirov di çarçoveya polîtîkaya dewletê de hatine windakirin, dewletê sûcê mirovahiyê dike aniye û divê bi sûcên ku kiriye ve hevrû bibe. 

Bîlîcî bal kişand ser xeteriya pêvajoya heyî û got, "Operasyonên qirkirina siyasî yên dewlet di rojên dawî de dimeşîne pir tehlûke ne. Rakirina destnedayînên wekîlên HDP’ê aniye rojevê, ev tişt jî pir tehlûke ye. Em bang li dewletê dikin ku vî şerî bi lez bisekinîne."

Piştre jî rêveberê ÎHD'ê yê Amedê Emîn Ermîn çîroka windakirina Huseyîn Ertaş ê di 1995'an de li gundê Başdegîrmen ê navçeya Mêrdîn Qoserê hate binçavkirin û piştre hat qetilkirin parve kir. Ermîn wiha axivî: "Ertaş, di 1995'an de li gundê Başdegîrmen ya navçeya Qoserê ya Merdînê ji aliyê leşkeran û cerdevan hat binçavkirin û piştre hat qetilkirin. Hat zanîn ku keça Ertaşê tevlî PKK’ê bibû ji bo vê jî ji aliyê leşkeran û cerdevanan her tim erîşên herî mezin li ser Ertaş pêk dihat. Di 8'ê Tîrmeha 1995'an de Ertaş ji aliyê 4 kesan ve bi zorê hat binçavkirin û hat qetilkirin. Piştre birayê Ertaş û hevjina Ertaş çûn qereqolê û li aqûbeta wî pirsîn. Ji wan re gotin 'me kesekî wiha binçav nekirine'. Di 13'ê Tîrmeha 1995'an de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê cenazeyê Ertaş hat dîtin. Di sala 2006’an de kurê Ertaş, Muhîttîn Ertaş serî li dozgeriyê da û giliyê cerdevan Îsmet Kandemîr û Abdurahman Kûrga kir." Piştî daxuyaniyê 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakî bi dawî bû.

ÊLIH

ÎHD û xizmên windayan weke her hefteyê, vê hefteyê jî çalakiya xwe ya 375. bi dirûşma "Bila winda bên dîtin kiryar bên razinadin" lidar xistin. Rêveberên ÎHD'ê, xizmên windayan, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl tevlî çalakiya li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li kolana Gulîstanê bûn. Di çalakiya ku wêneyên windayan hatin hilgirtin de Serokê ÎHD'ê yê Êlihê Mehmet Bagatin axivî. Bagatin da xuyakirin, ku ew dixwazin aqûbeta windayan bên eşkerekirin. Bagatin da xuyakirin, ku ji ber reformên hiqûqî û siyasî ji bo çareseriya bi rêyên aştiyane ya pirsgirêka Kurd nehatine kirin, di 20'ê Tîrmeha 2015'an de şer ji nû ve destpê kir.

Bagatir da zanîn, ku di şer de tenê li Cizîrê 38 jê zarok bi sedan sivîl ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin. Bagatir xwest qedexeyên derketina derve bên rakirin. 

Piştî daxuyaniyê 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.