Kuştina leşkerê kurd Aydin Dere tê veşartin

Kuştina leşkerê kurd Aydin Dere tê veşartin

Aydin Dere ku dema leşkerî dikir hat kuştin, piştî bûyerê der barê leşkerên berpirsyar de lêpirsîn hat vekirin û di lêpirsînê de bi hinceta ku ‘sûcê rêxistinî tune’ biryara bê şopandinê hat dayîn. Dozger dosya di çarçoveya sûcdariya cînayetê de şand dozgeriya leşkerî. Saziya Tiba Edlî ya Bursayê ku nivîsî rapora mirina Dere ‘ ji sedî sed dijî rastiyê ye’ ji bo rayedarên xwe biryara bê şopandinê da. Parêzerê Dere Mahîr Orak diyar kir ku dê îtîraz bikin û serî li dadgeha Makeqanûnên DMME’yê bidin.

Ciwanên Kurd Aydin Dere di 31’ê tebaxa 2000’î de li dem ali Gokçeada ya Çanakaleyê leşkeriya bi zorê dikir, hat îdiakirin ku întîhar kiriye. Lê di encama otosiyê de derkt holê ku Dere hatiye kuştin. Ji ber vê yekê malbat û parêzer ketin nava hewldanan. Lê tu pêşveçûn pêk nehat û cinayet tê veşartin.

Malbata der barê rayedarên Saziya Tipa Edlî ya Bursayên ku rapora mirinê şaş nivîsîbûn û berpirsên cînayetê Fermandarê Yekineyê Kadîr Înan, serbaz Yakup Keskîn û Ustegmen Bulent Kavgunde serlêdana sûc kiribû û ev serlêdana sûc bi biryra neşopandinê bi encam bû.

Dozgerê Komarê 12 sal demborî hincet nîşanda û biryar bê şopandinê da û biryar da ku dosya ji bo dozgeriya leşkerî ya Gelîbolu bê şandin.

Parêzerê Dere Mahîr Orak got ew dê îtîrazê biryarê bikin û serî li Dadgeha Makeqanûn û DMME’yê bidin.

Birayê Dere, Mahmut Dere jî bertek nîşanî biryarê da û diyar kir ku birayê wî hatiye kuştin û got ku kesên birayê wî kuştine nehatin darizandin û wiha got: “Em dê dest ji doza xwe bernedin. Birayê min hat kuştin. Li vî welatî edalet tune. Ger ku ev bûyer ronî nebe ez dê ji welatîbûna Tirkiyeyê derkevim.”