Kurkçu, çalakvanên kon ziyaret kir

Hevserokê KCD û Parlementerê HDP’ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçû, çalakiya kon a li paytexta Belçîka Brukselê ya bi armanca balkişandina ser êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê ziyaret kir.

Çalakiya kon a li paytexta Belçîka Brukselê bi armanca balê bikişîn ser êrîşên qirkirinê yê dewleta Tirk a li ser Kurdistanê û ji bo raya giştî ya Ewropa li hember êrîşan bi hestyar bin berdewam dike. Îro Hevserokê KCD û Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu çalakvan ziyaret kir.

Li vir Kurkçu axivî û diyar ku gelê Kurd bi çalakiyan daxwazên xwe yên aştî, edalet û azadiyê tîne ziman, got ev demeke dirêj e Ewropa li hember hemû kiryarên dewleta Tirkiye ya li ser Kurdistanê ker, kor û lal e. Kurkçu destnîşan kir ku bi vî awayî hewldanek balkişandina ser rewşa Kurdistanê heye. 

Piştî Kurkçu, Komîteya Amadekariya Çalakiya Kon diyar kir ku wê sibehê bi daxuyaniya çapemeniyê dawî li çalakiya xwe bînin.