Kurdistaniyên li Saratovê Newrozê pîroz kirin
Kurdistaniyên li Saratovê Newrozê pîroz kirin
Kurdistaniyên li Saratovê Newrozê pîroz kirin
Kurdistaniyê li bajarê Rûsya Saratovê dijîn û dostên wan donî di şahiyekê de hatin cem hev û cejna Newrozê pîroz kirin. Di şahiyê de li serokê Komelaya Çanda Zagroz Têmûr Momovîç axaftinek kir Mamovîç axaftina xwe de got: “Em wek Kurdên li bajarê Saratovê dijîn silavê xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dişînin û dibê heya dawî em li ser riya wî ne’’
Kurdistaniyê li bajarê Rûsya Saratov û navçeyê derdor dijîn donî danê nîvro di saat 14.00’an de di şahiyekê de hatin cem hev. Şahiya ku ji aliyê Komelaya Çanda Zagros ve hat organîzekirin li gel sirûda netewî bi deqeyekê li ser giyana kesên ku di riya tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hat destpêkirin. Bernameya şahiyê bi sînevizyona ku ji axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve pêk dihat hat destpêkirin.
Li ser wate û giringiya rojê Serokê Komaleya Çanda Zagros Têmûr Mamovîç axaftinek kir. Mamovîç di axaftina xwe de da diyarkirin ku “Em bi saya rojê wisa girîng çanda xwe diparêzin” û got:
“Gelê Kurd di pêvajoyek pir girîng de derbas dibin. Bi taybet nexşeya rê ya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan amade kiriye ji bo gelê Kurt û gelê heremê pir girîng e. Em jî wek Kurdistaniyên ku li Federasyona Rûsyayê dijîn, dibêjin heya dawî em li ser riya serokê xwe ne. Cejna Newrozê ji bo gelê Kurd cejnek pir bi wate ye. Em wek Kurd bi cejnê wisa heya roja îro çanda xwe parastiye. Ji ber ku di dîrokê de Kurda di vê rojê de azadiya xwe bi dest xistiye. Niha jî Serok bi girîngiya vê rojê dîsa Kurda azad dike.’’
Piştî axaftina Momovîç parlementera herema Saratov Saryova Nina Pavlona axaftine Kurt kir û cejna gelê Kurd pîroz kir.
Bernama şahiyê piştî axaftina bi bernameya mûzîkê berdewam kir. Bi dorê hunermend Berfîn, Koma Lorî, Koma Bêrîtan, Koma Medya, hunermend Rustem, Kotê û Lîlî, Koma Zaroka ya Saratovê û Hozan Şemdîn derketin ser dikê. Li gel sitranên hoza Şemdîn Kurdistaniya govend gir bernama heya derengiya şev berdewam kir.
Di dawiya şahiyê de serokê Komaleya Çanda Zagros Têmûr Mamovîç plaket spasiyê û pirtûkê paraznameya Serokê gelê Kurd Abdullah Ocalan da hunermende beşdarî şahiyê bûne.