'Kurdê xwedî li Sûrê dernekeve, nikare xwedî li Kurdîtiyê derkeve'
Karasû bal kişand ser hewldanên AKP'ê yên ji bo talankirin û dagirkirina Sûrê û hişyarî da, ku nêzîkatiya li Sûrê bi tena serê xwe sedema şer e. Karasû got, "Divê her kes xwedî li Sûr û Cizîrê derkeve."
ANF
BEHDÎNAN
çarşem, 30 adarê 2016, 08:04
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, plana 'cemawerîkirin'a Sûrê ji aliyê AKP'ê ve û daxuyaniyên lîderê PDK'ê Mesût Barzanî yên li ser 'têkiliya navbera PKK û PYD'ê ji ANF'ê re nirxand.
Karasû bal kişand ser hewldanên AKP'ê yên ji bo talankirin û dagirkirina Sûrê û hişyarî da, ku nêzîkatiya li Sûrê bi tena serê xwe sedema şer e. Karasû got, "Divê her kes xwedî li Sûr û Cizîrê derkeve."
SÛR RUHÊ AMEDÊ YE
Karasû da xuyakirin, ku ji bo zîhniyet, polîtîka û nêzîkatiya hikûmeta AKP'ê ya li hemberî Kurdan were fêmkirin, temaşekirina li nêzîkatiya AKP'ê ya li Sûrê têrker e û got, "Mejiyê AKP'ê mejiyê faşîst e. Hurmetê nîşanî vîna gelê Kurd nade. Kurd weke kole dibîne. Dibêje, 'ez ê li xaka Kurdan, li bajarên Kurdan her tiştî bikim, li mafê Kurdan nîne dengê xwe derxîne'. Ez bi xwe hema hema li hemû kolanên Sûrê geriyam e. Di dema xwe de ez li wan qadên berxwedanê geriyabûm. Yê xwedî li Sûrê dernekeve, nikare xwedî li Kurdîtiyê derkeve. Divê her Kurd, her Amedî xwedî li Sûrê derkeve. Kî xwedî li Sûrê dernekeve, nikare bêje ez Amedî me, nikare bêje ez Kurd im. Sûr xwedî dîrokek ji 7000 salî ye. Ruh, ked û çanda hemû şaristaniyan, hemû nifşan hene. Çand Sûr e, berhemên Sûrê ye. Li Sûrê jiyanek heye. Amed Sûre, Peyas ne Amed e, Ofîs ne Amed e. Taxên piştre ava bûne, lê Amed nînin. Peyas jî, Ofîs jî xwe ji wir xwedî dikin. Cihê ku hemû taxan xwedî dike Sûr e. Çanda Amedê xwe ji Sûrê xwedî dike. Amediyî bi vî rengî derket holê. Nifûsa li Sûrê timî zêde dibe, lê belê li wê derê civakek heye ku çanda Sûrê, çanda Amedê afirandiye. Ew timî çanda Amedê dafirîne. Û ew çand pêl bi pêl li tevahiya Amedê belav dibe. Niha dixwazin vê ji holê rakin. Dixwazin ruhê Amedê ji holê rakin. Dixwazin Amedê bikin cihekî bêruh, bênirx, bê çand."
BI WAN KEVIRÊN REŞ DIVÊ SÛR JI NÛ VE BÊ AVAKIRIN
Karasû bal kişand ser girîngiya Sûrê û axaftina xwe wiha dewam kir: "Xanî, hewşên Sûrê hene. Berê gelek xaniyan li van hewşan e. Mirovên li wê derê her kêliyê hev dibînin û bi hev re çandekê dafirînin. Ne cihekî mirovên li apartmanan dijîn û pênc salan jî hev du nas nakin e. Sûr cihekî welê ye ku mirov her roj bi hev re ne, karên xwe bi hev re dikin û bi vî rengî civakîbûnê dafirîne. Ev gelekî girîng e. Li wan kolana ruhek heye. Dibêjin; qaşo wê nûjen bikin. Ev ne nûjenkirin e. Ez zalimtî ye, barbartî ye. Nûjentî parastina Sûrê ye. Parastina wan nirxan e. Binesazî dikare dîsa bê çêkirin. Li ti devera cîhanê ti kes xwe nade ber hilweşandina bajarekî bi vî rengî. Bajarên bi vî rengî di nava Sûran de gelekî kêm in. Li cîhanê kêm man e. Di nava mîrateya çandî ya UNESCO de ye, lê radibin dibêjin ew ê xera bikin û nûjen bikin. Ev sûc e, ev komkujî ye. Her bêr û bivirekî li wir bê xistin, bivir û bêra li dil û mejiyê Kurdan hatiye xistin e. Mirov nikarin bipejirînin ku ew bivir û dozer bikeve nava Sûrê. Firat Anli gotineke xweş got; 'Em ê di nava wan xirbeyan de wan keviran bibînin, em ê dîsa bi wan keviran wan xaniyan çêbikin'. Belê, divê nêzîkatî ev be. Bi wan kevirên reş divê Sûr ji nû ve bê çêkirin. Divê ew kolan dîsa bi heman rengî teng bin, divê ew xanî dîsa bi heman rengî werin çêkirin."
TU KÎ YE, TU XWE ÇI DIHESIBÎNE!
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû da xuyakirin, ku divê gelê Amedê xwe birêxistin bike, însiyatîfê ava bike û nehêle dewlet li Sûrê çi dixwaze bike.
Karasû destnîşan kir, divê ew bendên ji beton ên dewletê bên hilweşandin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Tu kî ye, tu xwe bi çi dihesibîne, ku radibe digire! Sûr a me ye, ya Amedê ye. Mafê te nîne têkildarî Sûrê biryarê bide. Divê hişmendiyeke Amedbûyînê hebe. Ji vê re hişmendiya bajarî dibêjin. Ev hişmendî li cem Amediyan gelekî bilind e. Biçe Îzmîrê, biçe Stenbolê jî ev hişmendiya Amedî her heye. Amedî çand û hişmendiya hinekî din, bi hêsanî qebûl nakin. Ya ku ew Amedbûyîn afirandiye Sûr e. Ez bawerim wê çanda Amedbûyînê xwe bi rêxistin bike û destûrê nede 'veguherîna bajarî' ya li Sûrê. Divê ti Kurd li wir nebe mutahît, ti Kurd li wir nebe karker, ti esnafekî Kurd tiştekî nefiroşe yên li wir dixebitin. Pêwîste nêzîkatiyeke bi vî rengî were nîşandan.
DIVÊ UNESCO XWEDÎ LÊ DERKEVE
Karasû diyar kir, divê UNESCO jî xwedî li vê mîrateyê derkeve û ogt, "Çawa hat hilweşandin? Gelekî eşkere ye. Ji bo xwegihandina berxwedêrên li wir, ji bo xwegihandina YPS'yiyan çi ha tkirin? Ji bo tank karibin têkevin nav akolanan, bi dozeran her der xera kirin. Naxwe nikarin bikevin nava taxan. Bi dozeran rê vekirin. Bi awayekî namerdî hemû xanî xera kirin. Ji vê girantir sûcek heye? Ji bo xwe bigihînin YPS'yiyan, ji bo re vekin Sûr xera kirin. Bila cîhan bê û bibîne. Berî çend rojan hevala Besê jî bang kir. Ez jî bang li Ewropa, Neteweyên yekbûyî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û her kesî dikim. Bila werin bibînin bê hikûmeta AKP'ê li Sûr, li Cizîr, li Silopiyayê çi kir, çawa bajar xera kir. Em li hemberî vê têdikoşin. Em xweparastinê dikin. Gelê Kurd xweparastinê dike."
DIVÊ HER KES XWEDÎ LÊ DERKEVE
Karasû got, "Gelo kî dikare vê nêzîkatiya li hemberî Sûrê qebûl bike? Ev bi tena serê xwe sedema şer e" û wiha dewam kir: "Ne tenê gelê Amedê, ez bang li tevahiya Kurdistanê dikim ji bo xwedî li Sûr, Cizîr û Silopiyayê derkeve. Pêwîste gelê me yê li Silopiyayê, li Cizîrê, li Sûrê bi tenê neyê hiştin. Hêza gelê Kurd têrê dike, ku hemû xisara li van deran hatiye kirin, çareser bike. Sûr dikare ji nû ve bê avakirin. Hêza gelê Kurd têra vê dike. Hêza hêzên demokrasiyê têra vê dike. Pêwîste her kes xwedî li Sûr, li Cizîrê derkeve."
TÊKILIYA ME BI HEMÛ RÊXISTINÊN KURDISTANÎ RE HEYE
Karasû li ser helwesta lîderê PDK'ê Mesût Barzanî, ku bi zimanekî paralelî Erdogan bi gotina 'PKK-PYD yek e' PYD hedef nîşan da, ev nirxandin kir:
"Barzanî gotiye 'PKK-PYD yek' e. PYD rêxistineke Kurd e; PKK jî rêxistineke Kurd e. PYD li Rojava têkoşîna azadiyê dimeşîne, PKK jî li Bakurê Kurdistanê têkoşîna azadiyê dimeşîne. Li hemû parçeyan li dijî êrîşên li hemberî gelê kurd têdikoşe. Ev rastiyek e. Weke PKK em hurmetê nîşanî hemû rêxistinên Kurdan didin. Em bi PDK'ê, bi YNK'ê, bi Yekgirtû Îslamî re jî têkiliyan datînin. Bi hemû rêxistinên Kurdistanî yên li Rojhilatê Kurdistanê re jî têkiliyên me hene. Di vê çarçoveyê de hebûna têkiliya rêxistinên Kurd bi hev re gelekî girîng e. Sempatiya rêxistineke Kurd ji rêxistineke din a Kurd re, di heman demê de desteka rêxistineke Kurd ji têkoşîna rêxistineke din a Kurd re gelekî xwezayî ye. Gelo ji vê xwezayîtir tiştekî din heye?
NÊZÎKATIYÊN PDK'Ê DÛRÎ JI BERPIRSYARTIYÊ NE
Ez van hemûyan li derveyî nirxandina PYD-PKK'ê dibêjim. PKK û PYD rêxistinên Kurdan e. Di vê mijarê de li ser nêzîkatiyên PDK'ê bi rastî jî naxwazim gelekî tiştan bêjim. Dema êrîş li hemberî Hewlêrê hat kirin, kê di destpêkê de mudaxle kir; gerîla mudaxle kir. Dema êrîş li hemberî Kerkûkê hat kirin, di destpêkê de gerîla mudaxle kir. Ji niha û pê ve jî destwerdaneke dijminane li hemberî Başûrê Kurdistanê were kirin, PKK û gerîla wê li wir be, li cem gelê Başûrê Kurdistanê be. Kengî pêşmerge tengav bû wê gerîla li cem pêşmerge be. Lê li Cizîrê, Silopiyayê, Nisêbînê û li gelek deveran dewleta Tirk bi tank û topên xwe êrîş dike, her derê xera dike. Deng ji PDK'ê derdikeve? Eger me ev nêzîkatî nîşan bida, Kurdan wê lenet li me baniya. Eger li Başûrê Kurdistanê tiştekî bi vî rengî biqewime, gelo em ê bêdeng bimînin? Li Rojhilatê Kurdistanê tiştekî bi vî rengî biqewime, em ê bêdeng bimînin? Li Rojhilatê Kurdistanê êrîş li hemberî jinekê -Ferînaz- hat kirin, ma ne her kesî nerazîbûn nîşan dan? Lewma ev têkiliyên AKP-PDK'ê û encamên van têkiliyan me aciz dike, mirovan aciz dike. Bakurê Kurdistanê ewqasî tê şewitandin, hilweşandin. Li pêşberî vê yekê helwesta PDK'ê çi ye? Nîşandana helwestê li aliyekê, jê tê ku yekser destekê bide AKP'ê. Li wê derê naxwaze Kurd qezenc bike, dixwaze AKP qezenc bike. Dua dike ji bo Kurd têk biçin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî nabe. Di vî warî de nêzîkatiyên PDK'ê bi rastî jî ne rast in û dûrî ji berpirsyartiyê ne.
ME ŞENGAL RIZGAR KIR, GELO ME NEBAŞÎ KIR?
PKK'ê çi bi PDK'ê kir? Bila rabe bêje PKK'ê li Başûrê Kurdistanê ev anî serê PDK'ê, ev zerar da. Em çûn me Şengal rizgar kir, gelo me nebaşî kir? Niha radibin dibêjin 'çima li Şengalê hene'? Dema em çûn tu tine bû, pêşmerge tine bû. Gelo wê çaxê pêşmerge li wir hebû, Şengal rizgar kir, lê em çû me zerar dan pêşmergeyan, me pêşmerge ji wir derxist? Hebûna me PDK'ê xurt dike, qels nake.
FEDERASYONA LI BAŞÛR BI SAYA HEBÛNA ME YE
Eger li Başûrê Kurdistanê federasyon ava bûye, ev yek bi saya hebûna me ye. Em naxwazin vê bilêv bikin, lê nêzîkatî ewqasî jî nabe. Di sala 2007'an de Tirkiyeyê Federasyona Başûr nas kir. piştî hevdîtina Bûsh-Erdogan, Erdogan di berdêla 'êrîşa li hemberî PKK'ê de got, 'li ser navê dewleta Tirk ez Federasyona Başûrê Kurdistanê nas dikim'. Wê çaxê Denîz Baykal jî gotibû 'em jî bi kar bînin'. Niha me çi kir? Bi rastî jî nêzîkatiyên PDK'ê ne yên bên qebûlkirin e. Polîtîkaya me destê PDK'ê qels nake, xurtir dike.
PDK ME WEKE BERPIRSYARÊ ŞAŞÎTIYÊN XWE NÎŞAN DIDE
Li Rojava gel şoreşek pêk anî, divê em hemû hurmetê nîşanî vê bidin. Divê ew bi xwe jî hurmetê nîşan bide. Illehî dibêje divê rêxistineke marjînal a biçûk a pê ve girêdayî be. Nehatiye birêxistinkirin, nexebitiye. Ji bo xatirê wan, radibe li dijî temamiya şoreşa Rojava derdikeve. Li şûna ku vê bike, eger rabûya destek bida şoreşê, wê tevahiya gelê Rojava jî destek bida te. Eger te bigota 'ez destekê didim gelê Rojava, piştevaniya wan dikim' niha wê gelê Rojava spasiyên xwe pêşkêşî PDK'ê bikira. Tu çima dibêje, 'Ez ê illehî rêxistineke biçûk a bi xwe ve girêdayî bikim serdest' û di vê oxirê de li dijî şoreşa Rojava derdikeve? Ev nêzîkatî şaş e. Niha jê tê ku sûcê vê bixe stûyê me. Eger bêteredût rabûya bigota, 'ez heta dawiyê destekê didim', derî vekiribûya, sînor çênekira, niha Rojava jî wê destek bida PDK'ê. Barzanî jî wê li Rojava bi coşeke mezin bihata pêşwazîkirin. Lê radibe encamên polîtîkayên xwe yên şaş dixe stûyê me. Gerîla çû Şengalê û ew der rizgar kir. Gerîla ev nekira, wê çi bikira? Piştî rizgarkirinê, gerîla got, 'ez ê gelê li wir bi rêxistin bikim'. Destek da rêxistinbûyîna YBŞ'ê. Piştgirî da xwebirêxistinkirina Êzidiyan. Ya rast ev e. Ya rast ne ew e ku PKK, PDK wê derê bi rê ve bibe. Ya rast ew e ku ew der ji aliyê Êzidiyan bi xwe ve bê birêxistinkirin. Ya rast xweparastina Êzidiyan a girêdayî meclîsa xwe ye. Em vê dibêjin. Kîjan aliyê vê nêzîkatiyê şaş e?
Tu deriyê Sêmalka çima digire? Ev bi vî rengî nabe. Li parçeyekî Kurdistanê şoreş pêk hatiye, lê ji bo zexta siyasî û aboriyê lê bike tu yê rabe hemû derfetên xwe li dijî şoreşê bi kar bîne. Ev nabe. Ev li rêxistineke Kurd nayê. Ya ku li PDK û Barzanî were ew e, destekê bide wê derê û li ser vê bingehê têkiliyê pê re deyne. Nêzîkatî û bendewariya me jî ev e. Li dijî PDK'ê ti nêzîkatiyeke me ya din nîne. Eger kêmasiyek, pirsgirêkek xwe hebe, sedema vê polîtîkayên wê bi xwe ye, ne ji ber me ye. Lê belê eger hêzek rabe êrîşî Başûrê Kurdistanê bike, em li cem gelê Başûrê Kurdistanê ne, em li cem pêşmergeyan e."