Kurdan li bajarê Dirbesiyê dest danîn ser hemû saziyên rejîma Sûriye yên ku li navenda bajêr bûn. Bêyî tiliya kesek jî xwîn jê bê, leşkerên rejîma Sûriyeyê ji navenda bajêr derketin. Bi heman awayî li bajarê Tiltemurê jî sazî û dezgeyên rejîma Sûriyeyê hatin bidestxistin.
Kurdan li bajarê Dirbesiyê û Tiltemûrê dest danîn ser bi temamî rêveberiya her du bajaran. Balkêş bû ku dewleta Tirk jî şevê din piştî bûyerên li Serêkaniyê sînorê xwe yê li Dirbesiyê ji mayinan paqij kir, û têla ser sînor rakir. Li gorî agahiyan Waliyê Mêrdînê hate ser sînor.
Hêzên Parastina Gel (YPG) îro di saetên piştî nîvro de bang li hemû hêzên çekdarên rejîma Sûriyeyê kir ku ji bajarê Dirbesiyê derbikevin. Bi vî awayî bêyî ku pevçûnek çêbibe, leşkerên Sûriyeyê teslîmê YPG’ê bûn. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, rewşa li Dirbesiyê di van saetan de aram e û bajar bi temamî di destê Kurdan de ye.
Her wiha, bi heman awayî bajarê Tiltemûr ê ku li gel Kurdan gelên Ereb û Asurî jî lê dijîn, ji hêzên û dezgehên rejîma Sûriyeyê hatin paqijkirin.
Balkêş bû ku dewleta Tirk jî şevê din piştî bûyerên li Serêkaniyê sînorê xwe yê li Dirbesiyê ji mayinan paqij kir, û têla ser sînor rakir. Li gorî agahiyan Waliyê Mêrdînê hate ser sînor. Kanala Ronahî TV dîmenên vê yekê weşandin. Di dîmenan de dihat dîtin ku çapemeniya Tirk li ser sînor kom bibû. Heta nûçegihanê Ronahî TV Ferhad Şamî derbasî sînorê Bakûrê Kurdistanê bû û li wir dîmen kişandin.