‘Kurd wê ti carî axa xwe neterikînin’
Hevserokên KCD’ê Leyla Guven û Hatîp Dîcle serdana berxwedana Teroyan a Gurgumê kir.
Hevserokên KCD’ê Leyla Guven û Hatîp Dîcle serdana berxwedana Teroyan a Gurgumê kir.
Li herêma Teroyan a li Gurgumê ku komên Elewî bi hejmarek zêde lê dijîn, li hember polîtîkayên AKP’ê yên bi kampa AFAD’ê ya bi armanca guhertina pêkhateya demografîk, koçberkirin û qirkirina Elewiyan berxwedan di roja 34. de didome. Elewiyên berxwedêr ji aliyê hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hate ziyaretkirin. Di ziyaretê de Hevserokên KCD’ê Hatîp Dîcle, Leyla Guven, endamên KJA, Hevserokên HDP-DBP’a Dîlokê, endamên Platforma Jiyana Gurgumê amade bûn. Heyeta KCD’ê hate Teroya Jêrîn a ku berxwedan lê didome, ji aliyê berxwedêran bi tîlîlî û dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin. Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle li konê ber Mala Cem a Teroya Jêrîn bang li berxwedêran kir, silavên ji Amedê anîne li berxwedêran kir.
‘AKP BI ÊRÎŞEK BERFIREK TÊ SER GELÊ KURD’
Dîcle anî ziman ku ji bo piştgiriya berxwedana Teroyan hatine, destnîşan kir ku AKP’e bi polîtîkayên xwe yên faşîzan dest bi kampanyaya êrîşkirina gelan kiriye. Dîcle bi bîr xist ku AKP’e li hember gelê Kurd êrîşek berfireh dide meşandin, wiha dewam kir: “Em ji dîroka xwe dizanin. Ji Şêx Saîdan, Seyîd Rizayan, raperîna Agiriyê dizanin, dema ev gel li ser esasê wekhevî, xwişktî û biratiya bi gelên Tirkiyeyê re ji bo mafên xwe têdikoşe rastî êrîşên dewletê tê. Bi taybet li Dêrsimê li cihên ku gelê me yê Elewiyên Kurd lê dijîn, ji 1925 Pilana Islahkirina Şarqê û vir ve pêkanîne taybet xistine meriyetê. Li gor vê pilanê bi demê re hewl didin qadan bê mirov bihêlin û bi demografiyên qadan bilizîn. Bi vê ve jî hewl didin van deran li gor feraseta xwe ya nîjadperest, yekperest bi şêwe bikin. Lê, heta îro jî berxwedana gelan ev pilanan vala derxistin.”
‘EM BI PAQIJKIRINA ETNÎKÊ YA LI DEMÊ HATIYE BELAVKIRIN RE RÛ BI RÛ NE’
Dîcle anî ziman ku gelê Kurd ti carî li hember ferasetên êrîşkarî yên bi armanca çok şkandin û dana bîatkirinê serî netewandine, got berxwedana li teroyan jî mînaka wê ya herî ber bi çav e. Dîcle destnîşan kir ku kampa hewl didin li vê erdnîgariya Elewiyan çêbikin, wek xençereke li dilê Elewiyan û jiyangehên wan xistine. Dîcle got, “Ne tenê li xençerê li singa me dixin, erdnîgarî, ekolojî, şînahiya me jî tine dikin” û wiha dewam kir: “Em sedemên van baş dizanin. Di serî de hêzên dewletê em baş dizanin ku ji bo valakirina van axan teoriyên xwe yên komployê xistine meriyetê. Em bi paqijkirina etnîkê ya li demê hatiye belavkirin re rû bi rû ne.”
‘WÊ NÎJADPEREST NIKARIBIN LI SER AXÊN ME BIBEZIN’
Dîcle bi lêv kir ku wek bindest û tevahî gel wê ji ti gelên din re nebin dijmin, wiha pê de çû: “Gelê ji Sûriyeyê tê wê nebe sedema nerazîbûnên me. Lê, planek sînsî li vir heye, dema mirov li Qetlîamên Dêrsim û 78 Gurgumê binêre bi hêsanî tê ber çavan ku ev ne berhemên hewldanan mirovên bi niyeta baş in. Berevajî, baş tê fêmkirin ku ev ji serî heta binî, hewldanên valakirina gundan, guhertina demografiyayê ye, parçeyekî plana hatiye çêkirine. Ji ber vê jî berxwedan heye. Em vê berxwedanê silav dikin û em dibêjin wê nikaribin bi ser bixin.” Dîcle di axaftina xwe de ev jî îfade kirin: “Em bi berpirsiyartiyek dîrokî re rû bi rû ne. Em yên bindest heta me yekîtî û yekgirtina xwe dewam kir, em ê van planên sînsî vala derxin. Em ê nehêlên ew projeyên sinsî yên di serê nîjadperestan pêk were û nehêlin nîjadperest karibin li ser axên me bibezin.”
‘EM Ê AXÊN XWE TI CARÎ NETERIKÎNIN’
Piştî Dîcle, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî axivî, berxwedana di pêşengiya jinan de silav kir, diyar kir ku li erdnîgariya Mezopotamyayê her tim serweran lîstikên qirêj lîstine û ev konsept niha jî dixwazin bi destê AKP’ê pêk were. Guven diyar kir ku wê ti carî dest ji axa xwe bernedin. Guven got kampeke li vir bê çêkirin wê ti cudahiya xwe ji qetlîamên li Kurdistanê û 78 Qetlîama Gurgumê tinebe, wiha dewam kir: “Me çawa li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Silopiya li ber xwe da; em ê li Teroyan jî li ber xwe bidin. Hûn ne bi tenê ne. Dengê we gihişt her derê cîhanê. We bi çapemeniya azad dengê xwe ragihand. Dilê her kesî li vir e. Heta îro jî me çi bi dest xistibin me bi berdêlan bi dest xistiye. Eger dîsa pêwîstiya berdêlan hebe jî em amade ne. Em baş dizanin ti cudahiya zîhniyeta AKP’ê ji ya DAIŞ’ê nîne. Her çawa DAIŞ’ê hewl da li Rojhilata Navîn tiştina bike, AKP’e jî ji bo heman tiştî tevdigere. Serokê Meclîsê bi devê xwe got. Lê, em ê nehêlin bigihêjin armancên xwe. AKP’ê dike bikeve.”