Kujerê du jinan li nexweşxaneyê mir
Kujerê du jinan li nexweşxaneyê mir
Kujerê du jinan li nexweşxaneyê mir
Şêxmûz Yildiz ê 60 salî, ku piştî hemşîre Ozlem Gorukmez û nivîsevana noterê Ozlem Akdag kuşt gule berda serê xwe, li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Amedê, mir.
Li navçeya Amed Baglarê, Şêxmûz Yildiz ê li Ocaxa Tenduristiyê ya bi Hejmara 10'an karê paqijiyê dikir, di 21'ê Tebaxê de li heman ocaxa tenduristiyê bi demanceyê hemşîre Ozlem Gorukmez a 29 salî û nivîsara noterê Ozlem Akdag a 40 salî kuşt û dûre gule berda serê xwe.
Yildiz ê giran birîndar bû, piştî dermankirinê derket pêşberî dadgehê û di encama darizandinê de hat girtin û li girtîgehê hat bicihkirin. Yildiz piştî demekê rewşa tenduristiya wî giran bû û ew ji nû ve rakirin nexweşxaneyê. Yildiz ê aliyekî bedena wî ji ber bûyerê felç bûbû, duh bi şev mir.
Hat zanîn ku li ser daxwaza malbatê, dê li ser cesedê Yildiz otopsî bê kirin.