Kontra serbest in, HDP'yî girtî ne
Ji 20 HDP'yiyên piştî êrîşa kontrayan a li Amedê ku di encamê de 3 HDP'yiyan jiyana xwe ji dest dan 2 jê giran 8 kes birîndar bûn hatin binçavkirin, 1 jê zarok 14 kes ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Li Amedê, yek jê zarok 20 kesên piştî êrîşa kontrayan di serdegirtinên malan de ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin, anîn edliyeyê. Kar û barên li edliyeyê heta danê sibehê dewam kirin. Ji HDP'yiyên ku weke du koman anîn edliyeyê, Hêvîdar Dîken piştî îfadeyê ji aliyê dozgeriyê ve hat berdan. 7 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê htin kirin. Li dadgehê jî Ozan Turkekûl piştî îfadeyê hat berdan, lê Diyadîn Gumuş, Serkan Dîker, Bîlal Fîlîz, Mehmet Fîdan, Îshak Akkûş û Merge Polat bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' hatin girtin.
Di nava koma duyemîn de jî tevî endamê Desteya Rêveber a Civata Rojnamevanên Azad Ozan Kilimç 11 kes anîn edliyeyê. Cezayîr Gumuş û du kesên navên wan nehat zanîn li dozgeriyê hatin berdan. Ozan Kilinç jî piştî îfadeya heta ber destê sibehê hat berdan. Lê belê Suleyman Aktîz, Yûsûf Akgun, Şaban Kestanli, Bulent Aslan, Mehmet Tekîn, Abdulhalûk Baltaş û Adnan Bayram bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' hatin girtin.
Zarokê bi navê O.D. ê di çarçoveya heman lêpirsînê de hat binçavkirin, ji aliyê dadgeha zarokan ve hat girtin.