Kongreya Yekîtiya Parêzerên Rojava bi dawî bû

Di Kongreya Yekîtiya Parêzeran a li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê de, rêveberiya nû ya yekîtiyê hat hilbijartin û ji bo dema pêş plansaziyek hat amadekirin.

Kongreya Yekîtiya Parêzeran a li bajarê Amûdê duh derengiya şevê bi dawî bû. Zêdeyî 100 parêzer, nûnerên Meclîsa Damezrîner a Federalîzma Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê, Rêveberiya Xweseriyê, Meclîsa Sûriyeya demokratîk, Saziyên Civakî yên Sivîl, Dîwana Edaletê, Meclîsa Dadgehê û endamên Yekîtiya Parêzerên Kobanê beşdarî kongreyê bûn. Di kongreyê de xebatên salekê yên yekîtiyê hatin nirxandin.

Di kongreyê de, rêzikname ji hin aliyan ve hat guhertin û ji bo rêveberiya nû endam hatin hilbijartin. Xedîce Îbrahîm, Zozan Dehdo, Hêlîn Cûma, Semîr Şêxmûs, Usame El-Cabir û Asim El-Horan ji bo rêveberiya nû hatin hilbijartin. Rêveberî ji 3 Ereb û 4 Kurdan pêk tê.