Kongreya Tenduristiyê ya Kurdistanê li Êlihê pêktê
Kongreya Tenduristiyê ya Kurdistanê li Êlihê pêktê
Kongreya Tenduristiyê ya Kurdistanê li Êlihê pêktê
Ji komîsyona Tenduristiya KCD dermanfiroş Faîk Taşkin ragihand ku, Kongreya Tenduristiyê ya Kuridstanê di navbera dîrokên 5-6’ê Cotmehê de li Êlihê pêktê.
Ji Komîsyona Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk dermanfiroş Faîk Taşkin daxuyaniyek nivîskî weşand û got, beriya hezaran salan xizmeta “Tenduristiya Xwezayî” li xaka Mezopotamyayê xuliqiye û destnîşan kir ku, avakarê vê tenduristiya xwezayî jî jin e.
Taşkin di daxuyaniya nivîskî de aşkera kir ku, ji ber ku di qada tenduristiyê de têgînek tenduristiyê ya berevajî avakirine, ji bo wê ew armanc dikin ku li şûna vê têgînekî Ekolojîk, Civakî û Xwezayî ya tenduristiyê ava bikin û her wiha ji bo pêwîstiyên li herêmê pêşwazî bikin, biryar girtine ku Kongreya Tenduristiyê ya Kurdistanê li darxînin.
Taşkin bang li hemû mirovên hişyar ên tenduristiyê û tenduristvanên Kurd tevlî Kongreya Tenduristiyê ya Kurdistanê ku di 5-6’ê Cotmehê de li Êlihê pêktê bibin.