KONGRA-GEL bang kir ku bi giyanê PKK’ê têkoşîn were geşkirin û sala 39 bikin sala serfiraziyê.
Hevserokatiya Dîwanê ya KONGRA-GEL ji ber salvegera damezirîna 38. a PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî da.
‘DÎROKA VEJÎNÊ YA KURDÊ AZAD E’
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
‘’38. salvgera PKK’ê di serî de li Rêber Apo, hemû hevrêyên me, li gelê me û mirovahiyê pîroz be. Bi vê minasebetê em Rêber Apo ku şoreşa dîrokî afirandiye û kiriye ku were heta niha, em bi hezkirin û hurmetê bi bîr tînin, em şehîdên xwe yên ku di jiyanîkirina şoreşê de xwedan asta pêşîn in bi minet bi bîr tînin.
PKK rih, hişmendî û xwebawerî da Kurdan ku ji xwebûnê hatibûn dûrkirin û kiribûn kole. Çarenûsa Kurdan a ku xwe spartibû tinekirina Kurdan li bin guhê erdê xist. Hişmendiya azadî û rizgariyê da jinê. Bi têkoşîna bêhempa ya li ser vê zemînê takekes û civaka demokratîk ava kir. Bi vê maneyê dîroka PKK’ê, dîroka Kurdê azad e.
Di serî de gel, bawerî, jin, kedkar bihevrebûna dildarî ya li ser bingehê wekheviyê ya nasnameya gelan û neteweyan ava kir, şert û mercên ku gelên Rojhilata Navîn bikaribin bi hev re bi dostane bijîn ava kir. Ji bo vê jî PKK di roja me ya niha de, ji bo mirovahiya pêşverû, ji bo hemû gelan, jinan, çewisandiyan bûye hêvî, coşî û kelecanî.
‘QURF BI ERDOGAN KET Û TÊK DIÇE’
Giyanê serfiraziyê yê ku PKK’ê afirandiye, di 38 salan de, li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û dinyayê rê li ber gelek geşedanan vekir. Erdogan ê ku bi van geşedanan qurf pê ket, li ser bingehê hevkariya faşîst a bi Devlet Bahçelî û Ergenekonê re, ji xwe re kiriye amanc ku hemû desketiyên Kurdan ji holê rake. Erdogan dibêje, ev têkoşîn ji bo wan meseleya manûnemanê ye. Hişkere dibêje domdariya desthilatdariya wî ango siltaniya nîjatperest a faşîst, girêdayî tinekirina Kurdê azad e.
Hevkariya faşîst a Erdogan, di nav çarçoweya şikandina çokê Kurdê azad bi pêşvebirina polîtîkayên xwe yên bi ser DBP’ê, şaredariyan, wekîlên HDP’ê, çapemeniya Kurd, saziyên sivîl ên civakî, gel, gerîla, Rojava, Mûsil û Şengalê dixwaze encaman bi dest ve bîne. Lê ne pêkan e ku bigihijin armancên xwe, ji ber ku faşîzma Erdogan hem li hundir hem li derve têk diçe.
‘GEŞEDANA HERÎ MEZIN DI SALA 39. DE WÊ PÊK WERE’
Em weke gelên Kurdistanê û Tirkiyê bi fersendeke dîrokî re hevrû ne. Faşîzma ku roj bi roj berteng dibe em ê têk bibin û demokrasî, azadiyê diyarî gelên Kurdistanê û Tirkiyê bikin. Şertên vê yên herêmî û navnetewî hene. Têkçûna desthilatdariya faşîst a Erodan ku xwe spartiya dijminatiya li Kurdan li Rojhilata Navîn dibe destpêka dîroka demokrasiya civakî. Têkoşîna Azadiyê ya ku PKK û gelê me bi rê ve dibe, geşedana xwe ya herîm ezin wê di sala 39. de pêk bîne.
‘EM BANG DIKIN KU EM BIKIN SALA SERFIRAZIYÊ’
KONGRA-GEL di dawiya daxuyaniya xwe de got, têkoşîna PKK’ê ya sala 39. hem ji bo gelê Kurd û hem ji bo gelên Rojhilata Navîn wê diyarker be û got, ‘’Ji bo vê jî di serî de jin û ciwan em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi giyanê PKK’ê têkoşînê geş bikin û sala 39. bikin sala azadî û serfiraziyê.’’