Konê şînê yê ji bo gêrîla Murat Bîlgîç (Delîl Antep) hate vekirin bi girseyî tê ziyaretkirin.
Konê şînê yê ji bo gêrîlayê HPG'ê Murat Bîlgîç (Delîl Antep) yê ku di 25'ê mijdarê de li bejahiya gundê Karayîgît ya navçeya Hasanbeylî ya Osmaniyeyê jiyana xwe ji dest da, bi girseyî tê ziyaretkirin. Konê şînê yê li taxa Kocatepe ya navçeya Şahîbey ya Dîlokê hate vekirin, Alîkarê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Dîlokê Faîk Dursun, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Şahîbey Şukru Torman, Alîkarê Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Dîlokê Muslum Denîzhan, Endamê Meclîsa BDP'ê Salîh Baykal û gelek kesan bi girseyî ziyaretkirin.
Di konê şînê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan û wêneyên gêrîla Bîlgîç hatin qalidandin. Konê şîna gêrîla Bîlgîç dê 2 rojên din berdewam bike.