Komxebata KCD’ê ya Bajar û Tenduristiyê destpê kir

Komxebata KCD’ê ya Bajar û Tenduristiyê destpê kir

Komxebata KCD’ê ya Bajar û Tenduristiyê li Otela Akdamar ya Wanê destpê kir.

Komxebata Bajar û Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Otela Akdamarê ya Wanê destpê kir. KCD,TTB, SES, TMMOB, şaredarî, VAKASUM, DÎKASUM û gelek akademîsyen tevlî komxebatê dibin. Berî komxebat destpê bike di danezanê de hate diyarkirin ku, bajar jiyanê tehdît dikin û weke sembola desthilatdariyê û çînîbûnê tên dîtin û wiha hate gotin: “Em bi vê komxebatê têkildariya tenduristî û bajar û bajar û xizmetên tenduriystê nîqaş bikin."

Di komxebatê de ev mijar dê bên nîqaşkirin: "Bajar bajarvanî, nirxandinên me yên li ser bajar çi ne? Di navbera tendurîstî û bajar de têkiliyekî çawa heye? Em ji tenduristiya siyasî, civakî, rih û fizîkî ya bajar çi fêm dikin? Em bajar û xizmetên tenduristî çawa digirin dest? Bajar û bajarvaniyekî alternatîf dê çawa be?" Komxebat ji çapameniyê berdewam dikin.

Komxebat dê heta êvarê berdewam bike û çav lê ku têkildarî komxebatê encamname bê weşandin.