'Komun û meclîs ji nû ve avakirina siberoja Kobanê ye'

Li Rojava, bi taybetî li Kobanê tevî rêxistinbûyîna siyasî û leşkerî, rêxistinbûyîna civakî jî bi hêza gel tê avakirin û hewl tê dayîn rêveberiya xwe bi xwe bê afirandin.

Li Rojava, bi taybetî li Kobanê tevî rêxistinbûyîna siyasî û leşkerî, rêxistinbûyîna civakî jî bi hêza gel tê avakirin û hewl tê dayîn rêveberiya xwe bi xwe bê afirandin. Şoreşa di 19'ê Tîrmeha 2012'an de destpê kir, ji roja destpêkê ve ji hemû gelên li Rojava dijîn, hemû gelên herêmê û mirovahiyê re bûye çavkaniya îlhamê.

Adîl Haci Alî û Kîbar Mûstafa yên ji destpêkê ve di nava vî karî de cih digirin, dan xuyakirin ku karên komun û meclîsan di nava gel de rê li ber moral û piştevaniyeke girîng vekiriye. Adil Haci û Mûstafa, komun, meclîsbûyîn û armancên xwe vegotin:

"Armanca bingehîn a meclîsên komunan ew e, ku ji hucreya herî biçûk a civakê destpê bike û xwe bigihîne tevahiya civakê. Komun ji du hevserokan pêk tên. Hejmara alîkarên wan li gorî mezinahî û biçûkbûna komunan diguhere. Desteka herî girîng a ji bo vê rêxistinbûyînê jî komunên perwerde, aborî, xweparastin, tenduristî û aştiyê ne. Berpirsyara/ê her komunê dibin alîkarê hevserokan. Ev pêkhate pêşeng û berpirsyarên rêxistinbûyîna hemû komunan e. Komun bi dîtin, tespîtkirin û çareserkirina hemû pirsgirêkên gundan berpirsyar in. Di dema biryardayînê de jî gund hemû di encama nîqaşeke hevpar de biryarê didin. Di bicihanîna vê projeyê de rêbaza zorê bi kar nayê anîn. Di bicihanînê de dildarî esas e."

Alî da xuyakirin, ku girîngiya birêxistinkirina jiyana civakî bi vî rengî, beriya her tiştî baweriya mirovan a bi xwe derdixîne holê û got, "Civakeke dikare xwe bi rê ve bibe, dikare xwe bi rêxistin bike û biryarên têkildarî xwe, bi xwe werbigire, ew civak gihaştiye asta xwebaweriyê. Civakeke bi vî rengî wê destûrê nede ji nava wê despotek derkeve. Ev modela jiyana nû ya alternatîf, li hemberî her şêwe rêxistinbûyîna jiyana modernîst kapîtalîst û dewletparêz, wê civakeke demokratîk ava bike. Di rewşeke bi vî rengî de otorîteya dewletparêz a fermî, wê nema karibe li hemberî civakê ya dixwaze bike, pêk bîn."

Alî da zanîn, ku Kobanê bajarekî biçûk e û bi vî rengî qalê kir: "Kobanê ji sê xetên bingehîn ên gundan pêk tê; rojhilat, rojava û başûr. Em navenda Kobanê jî bi rengekî xeteke gund bi rêxistin dikin. Di mijara van xetên gundan de hejmare herî zêde ya mirovan li aliyê rojhilat hene. Ev xet digihêje heta Girê Spî. Xeta ku Kantona Kobanê bi ya Cizîrê ve girê dide. Lê weke mîsyoneke navendî ya hemû xetên gundan li astekê bigihîne hev tê dîtin. Hejmara gundên ser bi Kobanê gelekî zêde ne.

Navenda bajar bi xwe bi derdora xwe ve hene. Di şaristaniya heyî ya li gelemperiya cîhanê de derdor hemû bi navendê ve hatiye girêdan. Lê li vir navend û derdor bi hev re hene. Ya ku vê hevgirtinê pêk bîne, rêxistinbûyîna bi modela komunbûyîn, meclîsbûyînê ye. Vîna xwecihiyê wê rê li ber hevgirtina wekhev veke. Li gorî xweseriya Girê Spî û Sirînê ev kar tê meşandin.

Kîbar Mûstafa ku di karê meclîs û komunê de cih digire û weke hevseroka komuna qada Xanîka dixebite, bal kişand ser girîngiya jinê di nava komunê de.

Mûstafa da xuyakirin, ku şoreş şoreşa jinê ye û xebatên komunê nirxand: "Şoreşa rojava şoreşeke jinê ye. Di azadbûna Rojava de rola jinê gelekî mezin e. Di têkoşîna li hemberî çeteyan de û ji destpêka şoreşê ve jin her tim li refên herî pêş in. Niha jî têkoşîna li eniya şer meşand, di karê ji nû ve avakirina civakê de didomîne. Jin di asteke wekhev de tevlî karê komunê dibe. Hem ji aliyê birêxistinkirin, hem jî avakirina jiyana pratîkî ve bi rengekî wekhev cih digire. Jin bi hezaran salan di nava koledariyê de jiya. Jin bi baldarî nêzî komun û meclîsbûyînê dibe. Jin bi vê sîstemê re ket nava xetke pêşketinê. Mejiyê xwe bêhtir vekir."

...