Komployeke bi îxanetê: 29’ê Mijdara 2004’an, Mûsil...

Endamên PYD’ê Şîlan Kobanê (Meysa Bakî), Fûat (Hîkmet Tokmak), Zekeriya Toros (Zekeriya Îbrahîm), Ciwan Kobanê (Hacî Cuma Alî), Cemîl Nebo (Nebo Elî), 29’ê Mijdara 2004’an li kemînek Mûsilê bi agahiyên îstîxbarata sîxuran hatin qetilkirin.

Lê ev bûyer çawa çêbû, ji hêla kê pêk hat û herî girîng jî armanc çi bû?

Wek tê zanîn salên 2003-2004’an, ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd, tevî rejîmên Sûriye-Tirkiye, PDK û dewletên navneteweyî jî konseptek êrîşê ya giştî hatibû destpêkirin. Hêzên mêtinger ên ku bi salan nikarîbûn bi rêbazên leşkerî li dijî PKK’ê encamê bigrin, vê care jî serî li rêbaza fetihkirina hundirîn dabûn. Bi vê rêkê ve wê PKK ji hundirîn bê zeîfkirin, bi xeta PDK’ê bê anîn, hêdî hêdî bê hilweşandin. Parçeyek din ê girîng ê vê planê jî, rejîma Sûriyeyê jî ji ber bandora li Rojava gelekî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tirsiyabû. Ji bo bi taybet vê planê li ser parçeyê Rojava pêk bîne, ket nav gelek xebatên komployê. Hêzên îxanetkar, hevkar li gor vê planê ketin nav liv û tevgerê.

ÎRAN, TIRKIYE, SÛRIYE DI DEWRÊ DE NE

Sala 2004’an, li Sûriyeyê di rêka pêkhateyek demokratîk de sîstemek nû pêwîst bû. Ferz bû ku bi şîara “Sûriyeya Demokratîk û Kurdistana Xweser” hin guhertin li Sûriyeyê çêbibin. Bi armanca astengkirina êrîşên li Sûriye û Rojava, bicihanîna wezîfe û berpirsiyartiyên demê, jinûve sazkirina têkoşîna demokratîk a li Rojava, komek endamên PYD’ê ji hêla Tevgera Azadiya Kurd li Rojava hatin wezîfedarkirin. Ev kom, ji bo PYD li Rojava çalak bibe, pêş bikeve dikeve nav xebatan. Tevgera Azadiyê ji bo vê wezîfeyê endamên Tevgera Azadiyê yên bi navê Şîlan û Fûat, Zekeriya, Ciwan, Cemîl guncav dîtibûn. Baweriyek bê dawî heye ku ev endamên PYD’ê wê vê wezîfeyê bi serkeftî bigihînin encamê. Ev ne wezîfedarkirinek ji rêzê bû. Li hole mîsyonek dîrokî hebû ku diviya bihata girtin. Jixwe ev mîsyon ji ber ji hêla hêzên derve dihat zanîn ev kom hat hedefkirin.

Rejîma Sûriyeyê, xebatên ji bo pêvajoyek nû ya li Sûriyeyê hem jib o xwe hem jî ji bo cîhanê xeterî dît. Halbûkî, daxuyaniyên mîna “em xwe nû dikin, di rêka demokratîkbûyinê de gavan davêjin” didin. Li şûna ku bi diyalogan vê bikin hêz, li hundir rêxistinbûyinek xurt saz bikin û li dijî talokeyan xwe biparêzin, guhertinê wek taloke dibîne û krîza heyî zêdetir dike. Ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd, dewleta Sûriyeyê bi dewletên mîna Tirkiye, Îranê re dicive. Ji ber ku ev her du dewlet têkîldarî tasfiyekirina gel, rêxistinên serhildêr xwedî ezmûnên mezin in. Ev dewlet, tevahî destekên mîna îstîxbaratê, îxanetkaran dide. Di civîna Tahranê de ev rewş hê tê kûrkirin. Tevahî liv û tevgera wê demê îspat bû ku li dijî Tevgera Azadiya Kurd planên nû yên tasfiyeyê ketine meriyetê. Qetlîama ku sala 2004’an li Qamişloyê pêk hat jî mînaka vê bû. Her wiha, dixwestin ji kaosa li Iraqê jî sûdê wergirin.

ÊRÎŞ HATIN PÛÇKIRIN

Li dijî tevahî êrîş û plansaziyan, biryara Tevgera Azadiya Kurd ew bû ku wê li Sûriyeyê têkoşînê bigihîne lûtkeyê û xurttir bike. Tevî hemû girtin, kuştin, zextan jî rêxistin li Rojava xurt dibe û têkoşîna xwe bênavber didomîne. Hem li girtîgehên Sûriyeyê hem jî li derve deng vedide. Dibe xwedî girseyek mezin. Her ku dice hê xurttir dibe.

Piştî ku lîstokên rejîma Sûriyeyê negirt, vê care jî beşa sîxur û îxanetkar ji hundir bi rêxistin dike, dikeve nav hewldanên hilweşandinê. Bi taybet jî ji bo şikandina ruhê yekîtiyê ya li Rojava dikeve nav van lîstokan. Ji ber ku Tevgera Azadiya Kurd ji yekîtiyê hêz digirt. Yek ji van lîstokan jî qetlîama 29’ê Mijdara 2004’an bû. 5 endamên PYD’ê yên ku ji bo wezîfeyên Tevgera Azadiya li Rojava pêk bînin derketibûn rê, li rêya Mûsil-Şengalê tên peyakirin û dibin Mûsilê. Dema tê fêmkirin ku PYD’î ne, li cihê ku dibêjin Kolana 17’ê Tîrmehê ji serî û singên xwe bi guleyan tên qetilkirin. Ev bûyer piştî 2 rojan tê fêmkirin. Bi taybet jî sedema hedefkirinê pêşîgirtina têkoşîna li Rojava bû. Ev qetlîama li ber çav li dijî PYD’ê pêk hat, esas ji bo tasfiyekirina tevahî Tevgera Azadiyê bû. Hêzên ku wê demê dixwestin tasfiyeyê pêk bînin, ji bo li Rojava Tevgera Azadiyê bişkînin çi ji destên wan dihatin dikirin. Endamên PYD’ê yên hatibûn qetilkirin, li dijî ew kesên ku hewl didan Tevgera Azadiyê tasfiye bikin têkoşînek mezin dabûn.

Peyama qetlîamê: ‘An hûn ê koletî, paşverûtiyê hilbijêrin an jî bimrin!’

Ev bûyer mîna komployek bi destê hevkaran pêk hatiye derbasî dîrokê dibe. Gelek sedemên komloyê hene: Tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd (bi taybet hedefkirina rêveberiyê); serî lê tewandin, bi vê komployê ve di nav tevgerê de avakirina şêlûbûnê, bêbaweriyê; bi awayê manewî, psîkolojî li dijî rêveberiyê avakirina bêbaweriyê; di nav gel de li dijî Tevgera Azadiyê têkîldarî destekê avakirina pirsgirêkan; li şûna hedefên esasî ponijandina li ser tiştên sûnî, pêşîgirtina fikrîna stratejîk…

BINGEHÊN ŞOREŞÊ AVÊTIN

Şîlan Kobanê (Meysa Bakî), sala 1971’an li Kobanê ji dayik bûye. Şîlan Kobanê ya sala 1988’an tevlî têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd bû, li dijî hêzên tasfiyekar têkoşîna hebûnê dide, ji bo planên berfireh ên tasfiyeyê plan dike vala derxîne, dikeve nav hewldanên zêde û bênavber.

Fûat (Hîkmet Tokmak), sala 1971’an li Melazgira Mûşê hatiye dine. Sala 1991’an tevlî Tevgera Azadiya Kurd dibe. Di nav Tevgera Azadiyê de di demên herî giran ên şer de li refên herî pêş cihê xwe digre, heta di vê oxirê de parçeyek ji canê xwe dide û digihêje asta gazîtiyê jî. Tevî vê jî ti carî ezmê wî yê têkoşînê kêm nabe û nakeve dudiliyê. Ev bawerî ewqas qayim e ku piştî Rêberê Gelê Kurd ji Sûriyeyê derdikeve rêveberî gelek nirxan emanetî wî dikin. Hîkmet Tokmak, kesekî ku baweriya gel û tevgera xwe bi xwe aniye.

Cemîl Nebo (Nebo Eli), 1964’an li Kobanê ji dayik dibe. Sala 1990’î tevlî Tevgera Azadiya Kurd dibe û mîna abîdeyek kedê di nav têkoşînê de tê zanîn. Ji bo hêsankirina jiyanê çi karibe bike hewl dide, bi tevahî hêza xwe kedê dide. Ew jî wek hevrêyên xwe yên din, ji bo parastina nirxên Tevgera Azadiyê ya li Başûrrojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dide. Bi sekna xwe ya li dijî tasfiyekariyê jî mînak e. Beriya bigihêje sehaya wezîfeyê jiyana xwe ji dest dide.

Zekeriya Toros (Zekeriya Îbrahîm), sala 1974’an li Helebê hatiye dine. Zekeriya Toros ê sala 1996’an tevlî Tevgera Azadiyê dibe, dema pêvajoya tasfiyekariyê de, bi awayekî fedaiyane li Başûrrojavayê Kurdistanê têdikoşe. Li gor Zekeriya Toros, fedaîtî ne diyardeyek leşkerî ye, felsefeyek jiyanê ye û nûnertiya tevgera Apoyî ye. Zekeriya Toros, mîlîtanekî ku ji bo gel û Rêbertiya xwe sonda fedaîtiyê xwariye. Jixwe ji bo wezîfeyek wisa jî ber bi Başûrrojavayê Kurdistanê tê şandin. Dema ji bo erka xwe pêk bîne dikeve rê, bi hevrêyên xwe re jiyana xwe ji dest dide.

Ciwan Kobanî (Haci Cuma Alî), destpêka salên 1990’î de ji Rojava tevlî Tevgera Azadiya Kurd dibe. Têkoşînek dûvdirêj dimeşîne. Ciwan ê ku li tevahî sehayên Tevgera Azadiyê dibe xwedî ezmûn, fêrbûyinên xwe dixe xizmeta gel û ji bo tevlî hemleya li Başûrrojavayê Kurdistanê bibe dikeve ser rê.   

Rolên wan ên di têkoşînê de ewqas bi bandor e ku her tim di mejiyan de ne. Her yek, di pêvajoyên herî krîtîk de bi ked û fedakariyên xwe bûn pêşeng ku demên zor û zehmet bên derbaskirin, di serkeftina têkoşîna azadiya gelê Kurd de parên xwe bi cih tînin. Bingehê şoreşa ku li Rojava pêk hat û bandor li cîhanê kir avêtin. Niha bi hezaran hevrêyên wan ku mîrateya wan dewir girtine û têdikoşin, îro bi Şoreşa Rojava ve di Têkoşîna Azadiya Kurd de serkeftinek mezin bi dest anîn.