Komkujiya li Kobanê wê li Stockholmê were protestokirin

Bi armanca protestokirina komkujiya DAIŞ'ê ya li Kobanê, ku ji ber wê bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, wê roja Şemiyê li paytexta Swêd Stockholmê xwepêşandanek protestoyî bê lidarxistin.

Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Stockholmê, Meclîsa Jinên Kurd a Amara, Nûnertiya PYD'ê ya Swêdê û rêxistinên civakî yên Kurd, çalakî wê saet di 15:00 de li Meydana Sergelê destpê bike û tevî rêxistinên civakî yên sivîl wê parlamenterên Swêdî jî lê biaxivin.

Meclîsa Jinên Kurd a Amara der barê komkujiyê de daxuyaniyek da û çeteyên DAIŞ'ê û hêzên li pişt van çeteyan, şermezar kir. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin têkiliyeke nêzî hev a çeteyên DAIŞ'ê û hikûmeta AKP'ê û hat destnîşankirin ku çeteyên DAIŞ'ê di ser sînorê Tirkiyeyê re derbas bûne û komkujî kirine.

Bang li Kurdistanî, dostên wan û hemû parêzvanên mafên mirovan hat kirin ku çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirk a destekê dide van çeteyan, protesto bikin.