Komkujiya Girtîgeha Amedê bi demboriyê re rû bi rû ye

Komkujiya Girtîgeha Amedê bi demboriyê re rû bi rû ye

Hovîtiya ku di 24’ê Îlona sala 1996’an ji aliyê Dewleta Tirk ve pêkhat û doza ku berpirsên komkujiya li Girtîgeha Amedê ku 11 girtî bi awayek hovane hatin kuştin, bi xeteriya demboriyê re rû bi rû ye.

Doza ku 72 bersûc dihatin darezandin û 24’ê Îlona 2006’an de bi encam bû, piştî rûniştina 10 salan ya dozê ji 62 bersûcan re ji her yekê re 5 sal cezayê girtîgehê û 3 salan jî ji xizmeta cemawerî hatibûn men kirin. Bersûcên berpirsyarên komkujiyê ji ber sedema efûya di nava rayagiştî de weke efûya Rahşanê tê zanîn, ji ber sedema zagona daxistina cezayê yek rojê jî neketin zîndanê.

Li ser serlêdana mexdûran Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind biryar ji binî ve xirab kir. Dozger di rûniştina ji nû ve li 3’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê hate dîtin, xwest 3 bersûc bêne berdan, 62 bersûc jî bêne cezakirin, yek jê dixgtor 7 bersûc jî ji ber sedema demboriyê dosyayên wan bikevin.

Ger dadgeh biryarê li gorî mutalaya dozger bide, dê doza derbarê 7 kesan de bikeve.

Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (DMME) ji ber bikaranîna hêza zêde, binpêkirina madeyên 2’mîn ku mafê mirovan dixe bin garantiyê û madeyê 3’mîn ku îşkence û muameleya xirab qedexe dike, yên Hevpeymana Mafê Mirovan ya Ewropayê Tirkiye bi dayîn 798 hezar Euro mehkûm kiribû.