Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, komên çete yên ku duh pîştî nîvro bi tankan û çekên giran êrîşî bajêr kirin, li hemberî berxwedana tund a YPG’ê nekarîn dakevin bajêr.
Komên çete yên çekdar, piştî ku 2 roj beriya niha êrîşî binkeyên asayîşê kirin, lê bi mudaxeleya YPG’ê re gelek windahî dan û neçar man xwe paşve bikişînin ser sînorê Bakûrê Kurdistanê, duh piştî nîvro saet derdora 15.00’an de vê carê bi tankan û çekên giran êrîşî bajêr kirin. Komên çete bi 50 wesayitên leşkerî û 7 tankên ku ji aliyê Cerablûs û Bab ên Helebê anibûn û bi alîkariya Tirkiyeyê derbasî Serêkaniyê kirin, xwestin derbasî bajêr bibin. Lê hêzên YPG’ê jî bersivek tund da û van koman nekarîn dakevin bajêr. Şerê ku heta demekê dom kir, piştî komên çete xwe paşve kişand ser sînor rawestiya.
Li bajêr niha bêdengiyek heye, lê rewşa bi aloz jî didome. Hêzên YPG’ê li bajêr tedbîrên xwe zêde kirin, şêniyên bajêr jî li dijî komên çete piştgiriyê didin YPG’ê.
Rayedarên YPG’ê û TEV-DEM’ê jî êrîşa van koman, wekî hewldana dewleta Tirkiyeyê ya dagirkirina Rojavayê Kurdistanê nirxandibû û bi taybetî ji kurdên Bakûrê Kurdistanê xwestibûn ku helwesta xwe nîşan bidin.