Komeleyên Elewiyan berxwedêrên Teranê ziyaret kirin

Çalakiyên piştgirêyê ya bi berxwedêrên Teronê re didomin. Komeleyên Çandê yên Elewiyan ên Gurgum, Dîlok, Îzmîr û Hatayê û nûnerên Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Ebdal ji bo berxwedêrên Teronê hatin herêmê.

Piştgiriya bi Elewiyên Teronê re berdewam dike. Endam û rêveberên komeleyên Elewiyan ên Pîr Sûltan Abdal û Çanda Elewiyan ên ji Dîlok, Îzmîr, Edene, Hatay û derdorê wê bi boneya piştgiriye bide gelê Elewî yên Gundê Teronê yên Gurgumê hatin herêmê, gundên Elewiyan ziyaret kirin. Li ser navê Elewiyan Seroke Giştî yê Komeleya Çanda Elewiyan Dogan Demîr, diyar kir ku wan ti encam ji hevditina Serokwezir Davûtoglû negirtine û wiha got: "Çima Gurgum û Sêwasê hildibijêrin. 38 sal berê çawa komkujî pêk anin, niha jî dixwazin komkujiya çandî pêk bînin. Divê hikûmet bi lezginî ji vê şaşitiya xwe vegere.”