Komeleya Çandê ya li Osnabrukê kongreya xwe ya salane pêk anî

Komeleya Çandê ya li Osnabrukê kongreya xwe ya salane pêk anî

Komeleya Çandê ya Kurdistanê ya Osnabrukê kongreya xwe ya asayî ya salane pêk anî. Di kongreyê de tevî endamên komeleyê gelek Kurdistanî amade bûn.

Kongreya Çanda Kurdistanê  ya Osnbruckê kongreya xwe ya asayî pêk anî û rêberiya xwe ya nû hilbijart. Kongre bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir û piştre dîwan hat hilgijartin. Axaftina vekirinê ji aliyê Seroka berê  Nazmîre Kolge ve hate kirin

Piştî axaftinên li ser xebatê hatin kirin, rapora salane ya xebatê hate pêşkêşkirin û hilbijartin pêk hat. Ji bo rêveberiya nû ya komeleyê Nazmire Kolge, Saime Ercan, Fahime Ozalp, Nuray Davşan, Nuran Demir, Gullu Bolatdemirci, Rabia Koçer, Safiye Oztoprak, Savaş Aksoy, Ekrem Siyah hatin hilbijartin.