4'emîn Konferansa Komalên Ciwan a Mexmûr ku bi şîara "Me bi Rêbertî dest pê kir Em ê bi Rêbertî bi ser bikevin" dest pê kir, bi encama nîqaş, nirxandin û wergirtina biryarên girîng bi encam bû.
4'emîn Konferansa Komalên Ciwan a Mexmûr ku bi şîara "Me bi Rêbertî dest pê kir Em ê bi Rêbertî bi ser bikevin" duh bi tevlîbûna 200 delegeyî dest pê kir, heta derengiya şevê di encama nîqaş, nirxandin û wergirtina biryarên girîng de bi dawî bû.
Ciwanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem di 4'emîn Konferansa Komalên Ciwan de pêşketinên li Kurdistan û herêmê ku bi awayekî berfireh nirxandin, pirsgirêk, rol, mîsyon û berpirsiyartiyên ciwanan jî girtin dest û ji bo pêvajoya dema pêş di serî de der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, der barê wargeh û komîteyên di bin banê Komalên Ciwan de biryarên girîng wergirtin. Rêveberiyeke giştî ya 6 xort û 5 jinên ciwan ku pêk te hat hilbijartin. Hin biryarên ku di 4'emîn Konferansa Komalên Ciwan a Wargehê de hatin wergirtin wiha ne:
Ji bo rewşa Rêberê Gelê Krud Abdullah Ocalan de ev biryar hatin girtin:
"* Azadiya fizîkî ya Rêber Apo, ji bo azadiya Kurdistan nebe nabe dibîne, ji bo şer û mercên esaretê ji holê rabin, bi her awayî bi rêxistinî têkoşînê dike navenda xebatên xwe.
* Li hemberî her cure êrîşên li ser jiyan, azadî û tenduristiya Rêber Apo, wek milîtanên ciwan ê Apoyî bi ruhê fedayî yê Apoyî li ser xeta parastina rewa, bi çalakiyên ku bi dijmin gav paşde bide avêtin bersiv dide."
Der barê Wargeha Penberan a Şehîd Rustem de ev biryar hatin girtin.
"* Pêşengiya hemû çalakiyên li wargehê bêne çêkirin dike.
* Her komîteyek li gorî kar û xebatên xwe komunan ava dike"
Der barê dibistanan de ev biryar hatin girtin
" * Xwendekar li hemû qadên xebat tên meşandin xwe bi rêxistin dike.
* Li her cihên xwendekar lê dimînin komunan ava dike"
Di heman demê de der barê perwerde, ciwanên karker, parastina cewherî, çapemenî û hwd. de gelek biryar di encama 4'emîn Konferansa Komalên Ciwan a Mexmûrê de hatin wergirtin. Piştî biryaran axaftina girtinê ya konferansê ji aliyê Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Denîz Ronî ve hat kirin. Ronî, dest nîşan kir ku wan di konferansê de di encama nîqaş û nirxandinên pirr kûr û girîng de çarçoveyeke li gorî pêvajoyê derxist holê û gihiştin biryarên pirr girîng.
Denîz Ronî axaftina xwe wiha berdewam kir: "Tişta ku dikeve ser milê me ev e ku em vê konferansê ji bo xwe bikin bingeh. Sekn, helwest û biryardariyek hevpar me di vê konferansê de nîşan da. Ji niha û şûn ve ya dikeve ser milê pratîkkirina biryarên me yên konferansê ne. Wek ciwan mîsyon, erk û berpirsiyartiyên me mezin in. Ev 5 sal e Rêberê me di destê dijmin de esîr e. Ev ji bo ciwanên Kurd şermek e. Em wek ciwan divê em azadiya Rêber Apo bigirin ser milên me. Divê em li gorî vê berpirsiyartiyê tevbigerin."
Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Denîz Ronî axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê em hêza xwe biçûk nebînin. Wek ciwan divê di her milê jiyanê de em pêşengiyê bikin. bibin layiqê Rêber Apo, şehîd û gelê Kurd."
Konferans bi dirûşimên "Bijî Serok Apo", Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.