Koma çekdar li Karaz derket holê
Hat ragihandin komeke bi çek li Karazê li ser rêya Amed-Çewlik wesayîtan disekinîne û nasnameyan kontrol dike.
Hat ragihandin komeke bi çek li Karazê li ser rêya Amed-Çewlik wesayîtan disekinîne û nasnameyan kontrol dike.
Hat ragihandin ku komeke bi çek li Karazê li ser rêya Amed-Çewlik wesayîtan disekinîne û nasnameyan kontrol dike.
Li herêmê hewldana rêgirtina komên rûyên wan girtî vê carê jî li navçeya Kocakoy a Amedê rû da. Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, li Taxa Hawrê ya girêdayî navçeya Karaz a Amedê li ser rêya Amed-Çewlik, kesên bi çek ên sîvîl bi du wesayîtan, wesayîtên li ser rê diçin rawestandine û nasnameya wan pirsî ne. Hat diyarkirin ku wê komê gotiye, “Em li PKK’yiyan digerin” û piştî demekê li wesayîtên xwe siwar bûne û ji herêmê dûr ketine.
Hat ragihandin ku dema koma çekdar rê qut dikir tevgera hewayî rû daye.