Koçberiya ji ber qewmiyetê ya li ser xaka xwe
Koçberiya ji ber qewmiyetê ya li ser xaka xwe
Koçberiya ji ber qewmiyetê ya li ser xaka xwe
Wiha dibêje Mele Tofîq “Nabe ku em hukmê dewleta Tirk li ser xwe qebûl bikin. Em milletekî xwedî xak û welat in. Eger em xizmetê ji gel, xak û dînê xwe re nekin em gunehbar in.”
Bi awirên mexrûr û ew qasî bi hêvî dema ev hevok di nav kurtejiyana xwe de dianî ziman hevsengiyeke pirr zelal di navbera ol û qewmiyetê de bi lêv dikir, Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistan Şaxa Wargehê Mele Tofîq. Ne carekê hema hema bi pirranî ku jiyana xwe di sirgûn û koçberiyan de derbas kiriye tu carî dest ji dilsoziya xwe ya bi gel, xak û axa xwe bernedaye. Bi xwe di nav bizavên Kurdî de cih girtiye û kurekî wî li çiyayên Kurdistan di refên şervanên azadiyê yên Tevgera Azadiya Kurdistan de jiyana xwe ji destdaye.
Wiha behsa jiyana xwe dike Mele Tofîq:
“Ji sala 1959’an heta îro ez di xizmeta Kurdîniyê de me. Di nav zor, zehmetî û nexweşiyên mezin de. Ez du carî bûm muhacir yek di sala 1975’an de di şikestina hereketa Barzanî de ez çûm Bakur. Di sala 1980’î de zîvirîm Başûr. Di sala 1988’an de jî dema kîmyabaran avêtin Helepçeyê jî dîsa ez bûm muhacir û ez derbasî Bakur bûm.
Temenê min 70 sal bihurî ye. Li gundê Benîeşqanê yê bi ser Wanê ve ji dayik bûme. Dema ez zarok bûm bavê me wefat kir. Di zarokatiya xwe de diçûm cem feqiyan û min dest bi xwendina ilmê olî kir. Bi kesên mezin re diçûm Deşta Xerzan. Em diçûn Cizîrê û Sûriyeyê. Di sala 1953’yan de me li Sûriyeyê dixwend. Wê demê me zêde der barê qewmiyet û siyasetê de tiştek fêm nedikir. Armanca me xwendin bû. Di sala 1961’ê de min xwendina xwe qedand û di salên ku ez li Sûriyeyê bûm min Kurdîtî nas kir.
‘Min bikujin jî ez ê biaxifim’
Di sala 1959’an de me li Şengalê dixwend. Axayê Şengalê hebû jêre digotin, Emîn Abdo. Hikûmetê ew ji ber Kurdîtiyê girtibû paşê ku hinekî ma berdan. Mezinên Kurdan, ên Ereban çûn serdan û serxweşiya wî. Seydayê min got, ‘Were ez û te jî em biçin serxweşiya Emîn Abdo.’ Em çûn qesra wî mezin û tijî mirov bûn. Şêxên Ereban, axayên Kurdan û gelek mirov hatibûn serdana Emîn Abdo. Şêxekî Ereban jêre digotin Xelef Giêd, got, ‘Karê me û Kurdan pêkve zehmet e. Xulamê me rabe sibê bêje, Ez şirîkê qesrê û mulkê te me, ma dê ew çawa bê qebûlkirin?’ Kesî tiştek negot. Ez jî aciz bûm. Min got, ‘Hema bi Xwedê ez ê biaxifim. Min bikujin jî heps bikin jî ez ê biaxivim.’ Ez rabûm û min Xelef Giêd re got, “Di Quranê de tê gotin: ‘Di Îslamê de mirov birayê hev in. Her kes mafdar e. Mafê kesekî ji yê din ne zêdetir e.’ Xeled Giêd ji min re got, ‘Tu neaxive, tu zarok î, tu cahil î û tu tiştekî nizanî. Nayê qebûlkirin Kurd bibin şirîkê Ereban.’” Pirr aciz bûn. Paşê ez girtim. Piştî ez berdam em sê kes li ser hespên kihêl di nav Ereban û eskeriyê de em hatin ber ava mezin çemê Dîcleyê.
‘Hakim û qazî’
Ji bo em derbas bibin keştî hebû. Aliyekî avê di destê Ereban de bû, aliyek jî di destê Kurdan de bû. Dewletê dest danîbû ser keştiyê. Jixwe qereqola wan jî li wir bû. Paşê menceleyek anîn bi şev zilamekî kincên xwe jêkirin destê xwe da menceleyê û bi lingan melevanî kir em derbasî aliyê din ê avê kir. Em çûn Dêrepînê. Em çûn cem pêşmergeyên Barzanî. Serokê wan Hecî Qado bû. Me behsa meseleya xwe ji wan re kir. Û bi şev em çûn baregeha li pişt Zaxo çiyayê Bêxêr. Em çûn cem Ebû Hûsên. Paşê du peşmerge bi min re rê kirin got, ‘Bibin Qumriyê nik Esed. Qezaya Amediyê ligel Partiya Demokrat a Kurdistan. Di sala 1961’ê de li ser navê Partiya Demokrat a Kurdistan a ez bûm Qazî. Ji Tirkan re hatibû gotin ku hakim û qaziyê Mele Mustefa ye û lewma nikarîbûm biçim Tirkiyeyê.
Di tevgera sala 1975’an de Kurd şikestin. Û ez çûm Bakur. Min ji gel re, şêx û meleyan re digot, “Kurd jî xwedî xak in. Çima wê bibin koleyên Ereb û Tirkan.”
‘Karê me rev bû’
Hin kesan ji fermandarê leşkerên Tirkan re gotin. Esker şandin ser min û ez jî rewiyam. Geh bi şev, geh bi roj bi qasî du salan karê me rev bû. Paşê em çûn gundekî nêzî sînorê Îranê û ji wir jî bi qasî 15
rojan bi lingan em gihiştin Geverê. Havînekê em li Geverê man û payîzê me tiştên xwe anîn û em çûn ber sînorê Îranê Sitêro. Mala me li wir ma.
Heval hatin em birin Urmiyeyê. Em çend rojan ligel wan man û şûnde em şandin Xakurkê. Hevalan em bi cih kirin. Paşê balafirên Tirkan hatin. Gel bomberan kirin. Hema her roj balafir dihatin. Em ji wir derbasî Sîdeka bûn. Ligel welatparêzên ku ji ber zilm û zexta dewletê koçber bibûn pêkve em çûn Diyana ji bo malbatê min hin tişt kirîn. Hinek sewalên min hebûn min firotibûn. Berê jî rewşa me hinekî baş bû. Paşê em çûn jêra Hewlêr. Em ji vir jî zivistanê hatin Hewlêr.
‘Dîsa zext û girtin’
Mala me ya li Hewlêr her roj di bin kontrolê de bû. Lewma me xwest em malê biguherin. Ez rojekê çûbûm taxekê da ku xaniyekî kirê bikim. Dema ez vegeriyam malê min dît derî girtiye. Min bang kir, cîran bi dengê min derketin derve. Min got, ‘Ma yên di malê de çûne ku derê?’ Kesekî bersiv neda. Ez çûm gel zarokan ji min re gotin, ‘Pêşmerge hatinû tevayî girtin birin asayîşê.’ Ez çûm mala pêşmergeyekî û ji vir jî min got, ez diçim asayîşê. Hema min dît carekê pêşmergeyan derdora min girtin. Ji min re gotin, ‘Tu bi navê meletiyê alîkariyê didî PKK’ê.’ Ez kirim erebeyekê û birim sûka Hewlêrê. Li Hewlêr li cihekî sekinîn. Millet kom bû û ji wan pirs dikin, ‘Ma ew kî ye?’ Digotin, ‘Casûsê Saddam e.’ Millet jî ji wan re digot, ‘Em ê heqê wî bidinê. Em ê goştê wî ji laşê wî qut bikin.’ Ez wer sûk bi sûk gerandim. Paşê ez birim asayîşê em çûn qata diduyan.
‘Heps cihê egîdan e’
Ez birim cihekî ku tijî mirov bûn. Hin kes digiriyan, hin kesan serê kiribûn ber xwe. Min ji wan kesên di hundir de girtî re got, ‘Eyb e, şerm e. Hûn çima digirîn. Pêxember çûne hepsê. Heps cihê egîdan e.’ Kêfa wan kesan hat û keniyan. Tu nabêjî casûsekî berpirsiyarê hepsê li ber derî ye. Çûye gotiye, ‘Meleyê PKK’ê ji girtiyan re axifî. Kêfa wan xweş kir. Tu dibêjî qey li mala xwe ne.’ Paşê hatin ez ji wir derxistim. Ez birim odeyekê. Bi tena serê xwe ez li wir mam. Zivistan bû. Ne betaniyek hebû û ne jî tiştekî din. Laşê min hişk bibû. Min pêlava xwe dikir bin xwe, geh ez radibûm min xwe bi dîwar ve digirt wisa û bi vî awayî heta bû sibe. Ber sibê min bang kir û min got, ‘Derî vekin. Ez ê nimêj bikim.’ Gotin, ‘Tu rast nabêjî.’ Yekî ji wan got, ‘Madem tu PKK’yî ji bo çi tê nimêj bikî? Ji tirsan re tu dibêjî, ez ê nimêj bikim.’ Min got, ‘Bira tirsa min ji tiştekî nîn e.' Derî venekir. Di odeyê de hinek toz hebû min teyemmum kir û nimêj kir. Paşê ez birim hepseke din, nav Iraqiyan. Bi qasî du mehan em di hepsê de man. Ez cuda û malbata min (Her du kurê Mahir û Nêçîrvan cuda). Nêçîrvan şehîd ket. Piştî du mehan şevekê em berdan. Em çûn mala xwe me dît tiştekî me nehiştine hemû bi xwe re birine. Serê sibehê em çûn Ranya. Li Ranya me xaniyek kirê kir û em têde man. Bû bihar şerê Başûr destpê kir. Ez mawer im sala 1994’an bû. Em ji wir jî reviyan. Me mirovek dît û me got, ‘Me bibe sînorê Îranê.’ Em kirin erebeya xwe û em birin ber avê. Erebeya xwe kir keştiyê û em birin aliyê din ê avê. Em birin gundekî ku jêre dibêjin, Kanîtûyê. Bi qasî hefteyekê ku em li wir man. Hevalan careke din ew mirov şand pey me. Em anîn û birin Zelê. Em li ber agir bûn hema me dît du balafir ji aliyekî ve du balafir ji aliyekî ve hatin. Ji 50 balafiran zêdetir hatin. Mîna ku qiyamet rabe… 8 heval şehîd ketin. Ji gel jî gelek mirov şehîd ketin û gelek karwanên ser sînor ê ji Îranê jî şehîd ketin. Li kampê tankên gazê yên hevalan hebûn. Di bombebaranê de ew tank teqiyan û her cih bû dûman, balafiran êdî ji bilî dûmanê tiştek nedîtin. Jixwe eger ne wisa ba wê em hemû tune kiribana.
Dema bû şev me dest ji wir berda. Em bi jêr de çûn. Gundê Iraqiyan ên hatibûn terkkirin hebûn. Em di wan de bi cih bûn. Paşê em çûn Duhokê. Em anîn Sersingê li vir jî melekî ji min got, ‘Tecemiam Qiblî bê mele ye. Got wê serê her malê torbeyek genim û torbeyek ceh bidin te.’ Ez jî çûm wir. Min û wan me li hev nekir. Ez ji bo tevayî gel diaxivîm. Ne ji bo partiyekê û hizbekê. Ji bo min ferqa kesî nîn e. Lewma heqê min nedan min ango tiştên ku behs kiribûn. Paşê em jir çûn Geliyê Qiyametê. Di sala 1994’an de...”
Ji wir jî ku gelek wargeh tên guhertin û di nav zor û zehmetiyeke mezin de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem bi cih dibin.
Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistan Şaxa Wargehê Mele Tofîq bi van hevokan dawî li axaftina tîne. “Îslamiyet heq e. Hinek Kurd xulamtiyê ji dagirkeran re dikin. Nabe ku em hukmê dewleta Tirk li ser xwe qebûl bikin. Em milletekî xwedî xak û welat in. Eger em xizmetê ji gel, xak û dînê xwe re nekin em gunehbar in.”