Koç: Girtina Sêmalka ji aliyê PDK'ê ve, dilê hêzên mêtînger xweş dike

Koç diyar kir, li pêşiya siyaseta Kurd ezmûneke cidî heye û got, "Ya em ê li gorî rastiya Kurdistana nû tevbigerin û bi ser kevin , yan jî em ê bi rengekî bêwate û neheq, weke gel berdêlan bidin."

Koç diyar kir, li pêşiya siyaseta Kurd ezmûneke cidî heye û got, "Ya em ê li gorî rastiya Kurdistana nû tevbigerin û bi ser kevin , yan jî em ê bi rengekî bêwate û neheq, weke gel berdêlan bidin."

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nîlufer Koç rojeva Kurdistanê ji ajansa me re nirxand.

Koç da xuyakirin, ku êdî nepêkan e Kurd ji niha û pê ve ji aliyê sîstemên statukoparêz ve bên birêvebirin û got, "Hêzên mêtînger ên herêmî, li ser parçeyên Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê hesabên cidî yên tinekirinê dikin. Ev hesabên tinekirinê jî bi pêşengiya dewleta Tirk tên kirin.

HILATINA KURDISTANA NÛ

Gelê Kurd bi berxwedana xwe ve nîşanî tevahiya cîhanê dide ku naxwaze mîna berê were birêvebirin. Di rewşa heyî de ne hêzên herêmî ne jî yên global dikarin mîna berê Kurdistanê birêve bibin. Ji ber ku gelê Kurd di asta ku karibe xwe bi xwe bi rê ve bibe de alternatîfên îdarî, siyasî û civakî afirandiye. Ev ast piştî Başûr, li Rojava û Bakur jî bi fîlî pêk tê. Ev yek hilatina Kurdistana nû ye."

'LI PÊŞIYA SIYASETA KURD EZMÛNEKE CIDÎ HEYE'

Koç destnîşan kir, ku li holê gelekî bi ruhê yekîtiya neteweyî dizane di sedsala 21'an de çi dixwaze û ji bo vê li ber xwe dide heye û got, "Ev gel, pêşketinên mûezem dibîne, li gorî vê yekê xwe nû dike û di hilatina Kukrdistana nû de derfetên jiyana bi rûmet bafirîne. Ji ber ku li pêşiya siyaseta Kurd, beriya salvegera 100. a peymana Sykes-Pîcot ezmûneke cidî ya li ser tecrîda navbera ya kevn û nû, heye. Ya em ê li gorî rastiya Kurdistana nû tevbigerin û bi ser kevin , yan jî em ê bi rengekî bêwate û neheq, weke gel berdêlan bidin.

Rewşa li Bakur û Rojavayê Kurdistanê nîşan daye, ku zîhniyeta Sykes-Pîcot li Kurdistanê êdÎ nepêkan e. Her wiha daxwaz û zexta gelê me yê Başûr a ji bo azadiyê, vê yekê jî piştrast dike."

Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç da xuyakirin, ku di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ji her demê bêhtir pêwîstî bi piştgiriya neteweyî heye û got, "Ji ber ku her du parçe jî di asta federasyonbûyînê de ne."

'GIRTINA DERIYÊ SÊMALKA JI ALIYÊ PDK'Ê VE, ZERARÊ DIDE PRESTÎJA KURDAN A LI QADA NAVNETEWEYÎ'

Koç bal kişand ser zerarên girtina deriyê Sêmalka dide berjewendiyên Kurdan û got, "Ev yek, têgihiştina 'Bikaranîna Kurdan li dijî Kurdan' ku di encama têkoşîneke gelekî mezin de ji holê hatiye rakirin, ji nû ve dixe rojevê. Bêguman ev rewş zerarê dide berjewendiyên Kurdan. Ji ber ku Kurd bi têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ'ê re li qada herêmî û navneteweyî veguherîn hêviyeke mezin. Lewma têkiliya navbera Kurdan sînorê neteweyî jî derbas kiriye, ku yekser bandorê li siyaseta herêmî û global dike.

Ewlebûna Başûrê Kurdistanê di nava gelemperiya Iraqê de û Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya gelên me li Rojava bi hêza xwe afirand, nîşan didin ku Kurd di qada siyasî û dîplomatîk de serketî ne. Di demeke bi vî rengî de ku Kurd bûne xwedî destketiyên gelekî mezin, girtina deriyê sînor ê navbera Rojava-Başûr, bêguman wê zerarê bide serketinên me yên li qada navneteweyî."

'HELWESTA PDK'Ê KÊFA HÊZÊN MÊTÎNGER TÎNE'

Koç destnîşan kir ku ev rewş dilê hêzên mêtînger ên Kurdan înkar dikin, xweş dike û gotkir: "Niyet û rastî çi dibe bila bibe, rewşa heyî ji bo mêtîngeran tê rastiya 'Bikaranîna Kurdan li dijî Kurdan' dixe rojevê."

Hevseroka KNK'ê diyar kir, girtina deriyê sînor ê Sêmalka ji aliyê siyasî ve ne tenê zerarê dide parçeyên Rojava û Başûrê Kurdistanê û wiha dewam kir: "Gelê me, gelên me yên li Rojava, ji xwe 5 sal in dinava şert û mercên awarte yên şer de jiyana xwe tevî ambargo û tecrîdê meşandiye. Ji xwe re alternatîf afirandiye. Bêguman girtina deriyê Sêmalka di heman demê de rê li ber nerazîbûna gelê Kurd veke."

'DIVÊ EV BIRÎNA NETEWEYÎ BÊ PÊÇANDIN'

Koç da zanîn, vekirina deriyê sînor ê Sêmalka ku li Bakur, Rojhilat, Başûr, Rojava û li derveyî welat rê li ber nerazîbûnên cidî vekiriye, gelekî girîng e û got, "Em li bende ne hikûmeta Başûrê Kurdistanê, ji ber berpirsyariya neteweyî, vê birîna neteweyî ya ji ber girtina deriyê Sêmalka vekiriye, bipêç e. Di vê serdema krîtîk a dîrokê de, hemû aktorên siyaseta Kurd bi ezmûneke mezin re rû bi rû ne. Ev ezmûn bi siyaseta piştevaniya neteweyî ya xwe dispêre yekîtiya neteweyî dikare bê bi ser xistin."