Kobaniyî ji bo li bajêr vegerin ketin rêzê

Bi hezaran Kobaniyên ji ber hewldanên komkujiyê yên terorîstên DAIŞ'ê xwe li Pirsûsê girtin, tevî daxuyaniyên hay ji xwe heyî yên rayedarên Kantonê, li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê bi sedan wesayîtan ketin rêzê.

Ji 200 hezar Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man derbasî Pirsûsê bibin her roj beşeke mezin, ji bo vegerê berê xwe dide Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê. Tevî daxuyaniyên hay ji xwe heyî yên rayedarên Kantonê, bi hezaran Kobaniyî yên dixwazin vegerin Kobanê li ber derî kom bûn. Jin, zarok û extiyar bi hezaran Kobaniyî li nuqteya kontrolê ya leşkerî ya nêzî deriyê sînor, bi hêviya derbasbûnê kom bûn. Lê belê leşkeran destûra derbasbûnê nedan Kobaniyan. Sekna Kobaniyan a ji bo derbasbûnê li nuqteyeke dûrî nuqteya kontrolê ya leşkerî dewam dike.