Kobaniyan 4 Nîsanê bi şahiyekê pîroz kirin
Gelê Kobanê, 67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şahiyeke girseyî pîroz kir.
Gelê Kobanê, 67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şahiyeke girseyî pîroz kir.
Gelê Kobanê, 67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şahiyeke girseyî pîroz kir.
Danê nîvro bi hezaran welatiyên Kobanê û gundewarên wê li qada Jina Azad kom bûn û bi erebeyên xwe rêz bi rêz berê ber bi gundê Elpelûrê -yê ku dikeve aliyê Rojavayî Kobanê 5 KM- ve herikîn, ji bo beşdarbûna Şahiya pşrozbahiyê.
Welatiyên Kobanê wêneyên Rêber Apo hildan û bi yek dengî dirûşmên ji bo silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li zîndana Îmraliyê, silav kirin.
Şahî bi rêveberiya Kongra Star û Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê hate organîzekirin.
Bi deqeyek rêzgirtin û Sirûda Neteweyî –Ey Reqîb- şahiyê destpê kir. Piştre peyamên Kongra Star û Tevgera Civaka Demokratîk TEV DEM'ê hatin xwandin.
Peyama TEV DEM'lê li ser zimanê Hevseroka Meclîsa TEV DEM'ê Ayşe Efendî hate xwandin. Efendî di axaftina xwe de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Ocalan li hemû azadîxwazên cîhanê pîroz kir û diyar kir ku ev boneya ji bo wan weke tevger jinûve sozdayîna bilindkirina tekoşîna azadiyê ye. Efendî got: "Em weke TEV DEM vê rojê ji bo xwe rojeke pîroz dibînin û di vê roja pîroz de em soz didin Rêberê têkoşîna me ku em ê li ser rêya wî bin ta ku em gelê xwe digihînin Azadiyê."
Efendî anî ziman ku weke Rêberê Gelê Kurd gotiye "Hêvî ji baweriyê bi rûmetire" ew ê her tim bi hêvî bin û bendewarê roja azadiya Ocalan bin. Efendî got: "Rêberê me gotiye û ev gotin ji bo me qurale 'Hêvî ji baweriyê bi rûmetire' û em jî hêviya xwe naşikînin û em ê li benda wê rojê bin ku Rêberê me di nava gelê me de azad bibe. Heta wê rojê reka me bilindkirina têkoşînê ye."
Peyam Kongra Star ji aliyê Endama Rêveberiya Kongreya Star li Kobanê Sara Xelîl ve hate xwendin.
Xelîl di peyama xwe de 4 Nîsanê li hemû Jinên cîhanê û Jina Kurd bi taybet pîroz kir.
Xelîl teqez kir ku tevlîbûna Jina Kurd li hemû qadên têkoşîna azadiyê û asta pêşketina ku îro Jina Kurd gihiştyê bi saya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Ocalan a ku cihekî girîng û taybet ji têkoşîna Jinê tê de heye. Xelîl got: "Eger Rêber APO rêya azadiyê nîşanî Jinan neda, Jina Kurd ne digihişt asta îro ku ew tê de. Jina Kurd li hemû qadane, çi leşkerî û çi Rêxistinî, Civakî û Siyasî."
Piştî dawiya peyama, Komên Stran û Govendê stranên xwe yê Şoreşgerî pêşkêşî beşdaran kirin û li ser awazên stranan welatiyan Komên govendê girtin.
Şahî bi serdana Mala ku Rêber APO lê mabû dema ku derbasî Rojavayê Kurdistanê bû bi dawî bû.