Doh li bajarê Kobanê xwepêşandana piştgiriya bi Yekîneyên Parastina Gel-YPG re hat lidarxistin. Bi dehhezaran kesên ku tevlî xwepêşandanê bûn peyam dan ku YPG hêza parastina gelê Rojava ya rewa ye.
Li bajarê Kobanê Tevgera Civaka Demokratîk bi armanca piştgiriya Yekîneyên Parastina Gel-YPG xwepêşandaneke girseyî lidar xist. Bi deh hezaran kesên li Meydana Azadî kom bûn, piştî bîranîna cangoriyên şoreşa azadiyê dest bi meşê kirin.
Di meşê de pankarta binivîsa "YPG hêza me ya parastinê ye" hat hilgirtin û bê navber sloganên dilsoziya bi têkoşîna azadiyê re hatin gotin. Xelkê Kobanê yê beşdarî xwepêşandanê bû, derbasbûna komên çekdar nava bajarê Serêkaniyê û êrîşa hêzên rêjîma Sûrî bi tûndî şermezar kirin. Piştî meşa dirêj ya li nava tax ê kolanên Kobanê, girseya gel li ber navenda "Şehîd Xebat" ya Yekîneyên Parastina Gel kom bû.
LI BER NAVENDA YPG DAXUYANÎ HAT DAYÎN
Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Şahoz Hesen di daxuyaniyê de qurbaniyên li Serêkaniyê bi bîr anî û weha got:"Komên çekdar yên biyanî ku bi desteka dewleta Tirk derbasî Serêkaniyê bû, rê li ber êrîşên hovane yên rêjîmê û wêraniya bajêr vekirin."
Şahoz Hesen da zanîn ku gelê Kurd wê ti carî rê nede komên çekdar li ser xaka rojava bicih bibin û weha dewam kir: "Gelê me wê qebûl neke ku komên çekdar û hêzên rêjîmê li herêmên wî bicih bibin. Li Rojava hêzên YPG hene. Ev yekî ji aliyê gelê Rojava ve hatine avakirin. Ji ber vê yekê YPG hêza çekdarî ya rewa li Rojavayê Kurdistanê ye."
Şahoz Hesen bal kişand ser zêdebûna liv û tevger leşkerî ya artêşa Tirk û diyar kir ku plana li hemberî Serêkaniyê wê bi ti awayî li Kobanê neyê dubarekirin û got, li Koban gel tevî Tugaya "Şehîd Sadiq" li hemberî destwerdanê xwe amade kiriye."
Endamê Desteya Rêveber a Tev-Dem'ê herî dawî ji ber ku bi şev û roj ji bo parastina xelkê Kobanê di nava tevgerê de ne, hemû endamên YPG silav kirin.
Hevserokê Meclîsa Gel a bajarê Kobanê Ehmed Şêxo jî weha axivî:"Meclîsa ya bajêr bi rêya hilbijartinên demokratîk hatiye avakirin. Ev meclîs nûneriya xelkê Kobanê de dike. Em jî li ser navê gelê Kobanê yê ku em weke nûnerê xwe qebûl kiriye radighînin ku YPG hêza me ya parastinê ye."