Kobanê weke şahidiya dîrokê wê bibe muze

Rêveberên Kantona Kobanê, partiyên siyasî, saziyên civakî û nûnerên gel ên herêma, biryar dan ku 3 deverên navenda Kobanê ku berxwedanek mezin lê hatiye meşandin, weke şahidiya dîkokê bi rengê niha bimînin û bibin muze

Rêveberên Kantona Kobanê, partiyên siyasî, saziyên civakî û nûnerên gel ên herêma, biryar dan ku 3 deverên navenda Kobanê ku berxwedanek mezin lê hatiye meşandin, wekî şahidiya dîkokê bi rengê niha bimînin û bibin muze. Biyar wê pêşkêşî konferansa ji nûve avakirina Kobanê bê kirin.

Rêveberên Kantona Kobanê, rêveberên partiyên siyasî, saziyên civakî û nûnerên gel ên herêmê derbarê mijarê de li li Navenda Akademiya Şehîd Halim civînek lidar xist. Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo birêvebirina civînê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantonê Enwer Muslim, Hevseroka Dîwana Meclîsa Zagonsaz a Kantonê Fewziye Ebdî, Serokê Komîteya Têkliyan a Kantonê Umer Eloşû, Endamên Buroya Siyasî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Gêlo Îsa û Endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ebdulrehman Hemo hatin hilbijartin.

Di destpêka civînê de Serokê Meclîsa Rêveber Enwer Muslim derbarê berxwedan û serkeftina gelê Kobanê û hêzên YPG’ê û YPJ’ê de axivî. Muslim ji hemû kesî xwest ku ji bo birêvebirina Kobanê û xizmeta gel hevgirtin û hevkariyê bikin.

‘PÊŞNIYARÊN MUZEYÊ HENE Û EM Ê VÊ JI GEL BIPIRSIN’

Enwer Muslim piştre derbarê projeya jinûve avakirina Kobanê û pêşniyarên muzeya şahidiya dîrokê de agahî dan û wiha dom kir: “Gelek pêşniyarên derbarê jinûve avakirina Kobanê de ji me re hatin. Di nava van pêşniyaran de, hinek pêşniyarên wekî, ‘Bila hin deverên ku hêzên YPG’ê berxwedaniyeke mezin tê de meşandiye, wekî mûze û şahidiya berxwedanê ji dîrokê re bêne hiştin’ hene.”

Muslim destnîşan kir ku mafê welatiyan jî heye ku vê yekê bipirsin, lewre jî wan biryar girtiye ku mijarê bi welatiyên herêmê re nîqaş bikin.

Piştre jî rêveberê TEV-DEM’ê Ebdulselam Ehmed axivî û wiha got: “Li ser navê TEV-DEM’ê ez we silav dikim. Ez bejna xwe li hemberî berxwedana Kobanê ku bi saya xwîna şehîdan bi ser ketiye, ditewînim. Niha Kobanê li tevahî cîhanê wekî sembola berxwedanê û lehengiyê tê naskirin. Bi saya berxwedana Kobanê doza gelê Kurd li tevahî cîhanê deng veda. Li hemberî vê yekê divê em van pîroziyan û bajarê Kobanê biparêzin û alîkariya welatiyên wê di avakirinê de bikin. Berxwedana jinan li Kobanê, niha bûye sembola jinên azad li tevahî cîhanê.”

Endamê dîwana civînê Ebdulrehman Hemo jî destnîşan kir ku li ser vê xakê berxwedan û lehengiyek mezin hatine meşandin û wiha got: “Ev berxwedan di encamê de di hemû aliyan de bi ser ket. Lê buhaya serkeftinê jî ji ber ku bi xwîna xort û keçên azad pêk hate, gelekî mezin bû. Ev berxwedan hêjî didome û mînaka wê jî di dîrokê de pêk nehatiye. Berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê bi gotinan nayê vegotin û em niha bi saya wan li ser vê xaka pîroz dijîn.”

Hemo da zanîn ev civîna ku hemû rêxistin û beşên civaka Kobanê tê de amade ne, ji bo biryareke rast û guncaw ji bo jinûve avakirina Kobanê bête girtin, tê lidarxistin û wiha domand: “Divê hin deverên ku tê de berxwedaneke mezin ji aliyê şervanên YPG’ê û YPJ’ê ve hatiye meşandin wekî şahidên dîrokî ya berxwedana Kobanê wekî xwe bimînin. Biryara ku dê di vê civînê de bête girtin, dê pêşkêşî konfransa Jinûve Avakirina Kobanê ku tê payîn li bajarê Amedê bête lidarxistin, were kirin.”

Piştre yek ji fermandarên YPG’ê yên herêma Kobanê Mehmûd Berxwedan axivî û bixêrhatina hemû beşdaran kir. Mehmud Berxwedan ev tişt anîn ziman: “Ez serkeftina Kobanê li we, gelê xwe û hemû têkoşeran pîroz dikim. Beriya her tiştî em hêzên YPG’ê deyndarên şehîdên xwe ne û dayîkên wan ku sînor derbas kirin û dilên wan li vir mabûn, silav dikin. Em bejna xwe li hemberî hemû berxwedêrên Kobanê ditewînin. Em soz didin ku em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî riya şehîdên xwe bişopînin.”

Berxwedan di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku berxwedana Kobanê berxwedaneke qurbana Kobanê bû û wiha pê de çû: “Şervanên YPG’ê û YPJ’ê jî canê xwe li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê kirin qurbana Kobanê. Dibe ku her kes bipirse çawa Kobanê biser ket û berxwedana wê deng veda? Her kesî wekî xewnekê didît û ev xewin jî bi saya fedekariya şehîdên wekî Arîn Mîrkan, Êrîş û Zozan bû rastiyek û tê jiyankirin.”

Piştre jî Gêlo Îssa spasiya beşdaran kir û wiha got: “Em bi hebûna xwe li ser vê xaka pîroz gelekî kêfxweş in. Ji bo ku em hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin û pêşniyaran guhdar bikin, îro em li hev dicivin. Li hemberî berxwedana Kobanê û bi şehîdên wê re ku bûne sedema vê civîna me dilsoz bin. Divê em balê bikşînin ser 3 xalên sereke ew jî ev in, ‘Divê em yekîtiya xwe biparêzin, Divê em bi hemû hêza xwe piştgiriya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bikin û em bi hêzên YPG’ê û YPJ’ê re bibin yek û parastina axa xwe ya pîroz bikin.’ Bi pêkanîna van xalan em ê karibin bajarê xwe ji nû ve ava bikin.”

Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser nexşeya bajarê Kobanê û cihên ku Rêveberiya Kobanê ji bo ku wekî xwe bimînin tê de diyar kiribûn hate pêşandan. Ev sînevîzyon jî wekî pêşniyarekê ji 3 xalan pêk tê, hate pêşkêşkirin.

Piştre civîn ji çapemeniyê girtî dom kir û beşdarên civînê mijara çawaniya avakirina bajêr û hiştina hin deveran wekî xwe nîqaş kirin.

Li gorî nexşeya ku Rêveberiya Kobanê pêşkêş kiriye,  3 deverên bajêr kut ê xwestin wekî xwe bimînin wiha ne:

DEVERA YEKEMÎN: Qada Express û hin aliyên Navenda Çand û Hunerê û cihên nêzî wê.

DEVERA DUYEMÎN: Navenda Hêzên Asayîşê, Dadgeha Gel, Navenda Meclîsa Zagonsaz, saziyên derdora wê û ji Qada Şaredariyê heta dibistana El-Xensai û parka nêzî wê.

DEVERA SÊYEMÎN: Rojavayê Bazara Sebze (Sûk El-Hal) heta Mizgefta Hecî Reşîd.

Di dawiya civînê de piştî ku xalên girîng û sereke hatin nîqaşkirin û pêşniyar hatin girtin, ev deverên hatine diyarkirin ji aliyê piraniya beşdaran ve hatin qebûlkirin. Ev pêşniyar û nêrîn dê pêşkêşî konfransa Jinûve Avakirina Kobanê ku dê di 2-3’yê gulanê de li bajarê Amedê bête lidarxistin, bêne kirin.