'Kobanê Wan e, Wan Kobanê ye'
Komkujiya çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê li dijî sivîlan kir, li Wanê bi meş, daxuyaniya çapemeniyê û çalakiya rûniştinê hat şermezarkirin.
Komkujiya çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê li dijî sivîlan kir, li Wanê bi meş, daxuyaniya çapemeniyê û çalakiya rûniştinê hat şermezarkirin.
Komkujiya çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê li dijî sivîlan kir, li Wanê bi meş, daxuyaniya çapemeniyê û çalakiya rûniştinê hat şermezarkirin.
Ji bo meşa bi pêşengiya DBP, HDP, KCD, MEYA-DER, GOÇ-DER, TUYAD-DER, YODER, KJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê, KESK, DÎSK û Meclîsên Ciwanan ên HDP-DBP'ê, gireya gel li Parka Feqiyê Teyran civiya. Girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Kujer DAIŞ, hevkar AKP", "Bê Serok Jiyan Nabe", "Kobanê Wan e, Wan Kobanê ye", "DAIŞ êrîş dike, Kobanê li ber xwe dide", "Kujer DAIŞ", "Hevkar AKP" ber bi Parka Mûsa Anter meşiya. Di meşê de Hevserokên HDP'ê yên Bajarê Wanê Derya Havya, Veysî Dîlekçî, Hevserokê DBP'ê yê Wanê Fadil Bariştiran, Hevşaredara Îpekyolû Aygul Bîdav û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl amade bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna welatiyên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan, Dîlekçî daxuyanî da çapemeniyê û got, "Ji ber êrîşên çeteyên hov DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, heta niha zêdeyî sed mirovên sivîl jiyana xwe ji dest dane, bi sedan kes birîndar bûn. Hikûmeta AKP'ê û zîhniyeta wê bi rojan e propaganda 'PYD ji DAIŞ'ê xeteretir e' dike. Berhema vî mejî DAIŞ, zarok, extiyar, jin, mêr sivîlan qetil dike. Li dijî komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê ku Serokwezîr Davûtoglû beriya du salan jê re gotibû 'Civata Hêrsbûyî, gelê Kurd yek ji mezintirîn berxwedana dîroka cîhanê nîşan dide. Çeteyên hov ên li Kobanê, li Girê Spî li hemberî şervanên YPG/YPJ'ê yên leheng winda kirin, di 25'ê Hezîranê de sivîl qetil kirin û careke din li erdnîgariya Kurdistanê xwîn rijandin."
'KÊ BOMBEYA LI AMEDÊ BICIH KIR, YÊ KOMKUJIYA LI KOBANÊ KIR JÎ EW E'
Dîlekçî da xuyakirin ku ji ber komkujiyê êşa wan gelekî mezin e û got, "Çeteyên hov DAIŞ, ev 3 sal in bi desteka hin hêzên navneteweyî rel i Rojava, komkujiyên giran dikin. Ev barbarên qaşo ji xwe re dibêjin Misilman in, di meha Remezanê de jî komkujiyan dikin. Ev êrîş nîşan didin ku hêzên tarî yên nikarin xwe li serketina gelê Kurd a li Kobanê, Girê Spî û hilbijartinên 7'ê Hezîranê rabigin, li dijî mafê jiyanê yê gelê Kurd wê serî li her şêwe komkujiyên hov bidin. Di mîtînga li Amedê de kê bombe teqandibe, yê li Kobanê êrîş kir jî ew e. Em van gelekî baş nas dikin. Lê belê berdêla wê çi dibe bila bibe wê gelê Kurd mîna beriya niha, ji niha û pê ve jî serî netewîne. Gelê Kurd wê mutleq azad bibe. Ne AKP a bi TIR'an çekan ji wan re dişîne, ne jî DAIŞ a berhema AKP'ê ye, nikarin bisekinînin."
Dîlekçî anî ziman ku rûdana vê komkujiyê heman piştî daxuyaniyên Serokkomar Erdogan û hikûmeta AKP'ê yên li dijî serketina Girê Spî rasthatin nîne û got, "Tevî êşên mezin ên gelê Kurd jî, em berxwedana dîrokî ya li Rojava silav dikin û ji ber komkujiyê, ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."
Piştî axaftina Dîlekçî girseya gel çalakiya rûniştinê pêk anî û ji bo bîranîna welatiyên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan, find vêxist.