KNK: Gelê Kurd îro xeyalên Qazî Muhemed tîne cih
KNK: Gelê Kurd îro xeyalên Qazî Muhemed tîne cih
KNK: Gelê Kurd îro xeyalên Qazî Muhemed tîne cih
Serokatiya Konseya Rêveber a KNK’ê derbarê 67’emîn salvegera dardekirina Rêberê Komara Kurdistanê ya Mehabadê Qazî Muhemed de daxuyaniyek weşand û got: “Gelê kurd li tevahiya Rojhilata Navîn weke hêzeke siyasî, civakî û eskerî derketiye holê. Hemberî ku şerekî dijwar li herêmê tê meşandin û hêzên dagirkerên Kurdistanê jî, li dijî gelê kurd şerekî derî exlak, nemirovane û derî huquqî dimeşînin jî, gelê kurd gihaye qonaxa azadiyê û xewn û xeyalên Qazî Mihemmed, Hacî Baba Şêx, û Muhammed Huseyîn Xan Seyfi Qazi û hevalên wan tînine cih.”
Serokatiya Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyekê dardekirina Rêberê Komara Mehabadê Qazî Muhemed bi bîr anî û got: “Em weke KNKê, di 67 salvegera têkbirina Komara Mahabadê de, Qazî Mihemmed, Hacî Baba Şêx û Muhemmed Huseyin Xan Seyfi Qazî û hevalên wan teva bi dilsozî yad dikin.”
Daxuyaniya KNK’ê wiha ye: “Îro, di şexsê Komara Mahabadê de, xerabkirina diyalektîka gelê kurd berdewam dike. Piştî 67 salan jî, gelê kurd bi rastiya dîrokî re rû bi rû ye. Di 67. salvegera têkbirina Komara Mahabadê de, hêzên serdestên cîhanê dibin navê globalîzmê de, car din xaka Kurdistanê wêran dikin û êrîşî nirx û pîroziyên gelê kurd dikin. Dîsa, lîstikan dikin û dixwazin nîrê koletiyê careke din deynin ser stuwê gelê kurd. Lê têkoşîna deh salên dijwar û berdêlên giranbiha, piştî têkbirina Komara Mahabadê bi 67 salan, nîrê koletiyê hate şikandin. Gelê kurd li tevahiya Rojhilata Navîn weke hêzeke siyasî, civakî û eskerî derketiye holê. Hemberî ku şerekî dijwar li herêmê tê meşandin û hêzên dagirkerên Kurdistanê jî, li dijî gelê kurd şerekî derî exlak, derî mirovahî û derî huquqî dimeşînin jî, gelê kurd gihaye qonaxa azadiyê û xewn û xeyalên Qazî Mihemmed, Hacî Baba Şêx, û Muhammed Huseyîn Xan Seyfi Qazi û hevalên wan tînine cih.
Îro, li hemberî Desthilatdariya Mollayên Îranê jî, ciwanên kurd, jinên kurd, bi rêxistin û saziyên xwe yên siyasî, civakî û leşkerî têkoşîneke destanî didine meşandin. Hemberî ku Mollayên Îranê, cezayê dardekirina ciwanên kurd bi kar tine, ciwanên kurd di zindanan de rehîn digire û dibin navê qesabkariyê de komkujiyan pêktîne jî, gelê kurd têkoşîna xwe, bi xwedî derketina li doza Qazî Mihmmed û hevalên wî didomînin.
Berî 67 salan jî, hêzên navneteweyî, ji bo berjewendiyên xwe gelê kurd kirin qurban. Îro jî bi heman siyasetê dixwazin gelê kurd bikin qurban. Lê gelê kurd, li Rojhilata Navîn weke hêzeke heremî derketiye holê. Di dizaynkirina nû ya herêmê de jî weke hêzekê sereke rol û misyona xwe dilîze. Lê hemberî bêbextî, davik û kemînên dijminên dagirker bi hişyarî tevdigere.
Mîna berî 67 salan ku, Komara Mahabadê, di temenê xwe yên kin de jî, bû mînaka demokrasî û modernîteya dewletbûnê. Îro jî gelê kurd bi heman rol û misyonê pêşengîtiya gelên li herêmê teva dike.
Bêguman Lîstik û bêbextiyên li dijî Komara Mahabadê, li dijî Qazî Mihemmed û hevalên wî, îro jî di pratîkê de ne. Lê gelê Kurd bi sazî û dezgehên xwe yên neteweyî, li hemberî her cure lîstik, dek û dolaban şiyar e û xwedî tecrube ye. Hêzên cîhanê di salên 1946’an de, li dijî Komara Mahadê bêbextiyek bextreşî kirin. Îro jî, weke hêzên global, li dijî Tevgera Azadiya Kurd û li dijî gelê kurd teva komployên navneteweyî, korsanî û bêbextî dikine pratîkê. Dîsa jî, mina 16ê Tebaxa 1943an, komek rewşenbîr û pêşengên gelê kurd, ku KOMELA ava kirin, îro, gelê kurd, bi rewşenbîr, peşengên civakî, siyasetmedar, şoreşger, jin û ciwanên xwe ve, li çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropa xwe rêxistinî dikin. Di qonaxa îro de, gelê kurd xwedî artêşên jin û mêran e,
Em weke KNKê, di 67 salvegera têkbirina Komara Mahabadê de, Qazî Mihemmed, Hacî Baba Şêx û Muhemmed Huseyin Xan Seyfi Qazî û hevalên wan teva bi dilsozî yad dikin.
Em weke KNKê, hêzên dagirker û destekgirên wan, ku hîna siyaseta înkar û tunekirina li dijî gelê kurd didine meşandin bi tundî şermezar dikin.”