KNK'ê Qazî Mihemmed û hevrêyên wî bibîr anî

"Di bîranîna 69 saliya li sêdaredana pêşewa Qazî Mihemmed, Hacî Baba Şêx û Muhammed Huseyîn Xan Seyfî Qazî de em hemû şehîdên Kurdistanê careke din bi rêz û hurmet bîr tînin û li ber bîranîna wan bejana xwe ditewînin."

Konseya Rêveber a KNK'ê ji ber salvegera darvekirina Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî, ku di 31'ê Adara 1947'an de piştî herifîna Komara Kurdistanê ya Mahabadê hatin darvekirin, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ew heyama nêzî salekê bû, Komara Kurdistanê hatibû îlan kirin û destketiyên mezin yên rêxistina civaka kurdî û Kurdistanî, ferheng û çand, perwerde û hînkarî, aborî û bi giştî sazîkirina dewletdarî yê tê de. Lê mixabin bi palpiştiya kolonlizma navneteweyî û êrîşên dewleta dagirker a Îranê, dawî bi Komarê hat. Bi wê jî ne sekinîn heta damezrîner û serokê wê jî li sêdare dan."

KNK'ê da xuyakirin, ku di nava şert û mercên giran ên bidawîhatina şerê cîhayê yê duyemîn de ragihandina dewleteke serbixwe bi navê Komara Kurdistanê, biryareke siyasî û civakî ya wêrek û çavnetirsandinê bû û destnîşan kir, pêşewa Qazî Mihemed weke sembolek mezin di nava rûpelên dîrokê de cih girt.

Konseya Rêveber bibîr xist, ku îro jî li hemberî desthilatdariya Melayên Îranê, ciwanên kurd, jinên kurd, bi rêxistin û saziyên xwe yên siyasî, civakî û leşkerî têkoşîneke destanî didin meşandin û wiha dewam kir: "Tevî ku Melayên Îranê, cezayê dardekirina ciwanên kurd bi kar tînin, ciwanên kurd di zindanan de rehîn digirin û di bin navê qesabkariyê de komkujiyan pêk tîne jî, gelê kurd têkoşîna xwe, bi xwedî derketina li doza Qazî Mihmmed û hevalên wî didomînin. 

Em weke KNK, di bîranîna 69 salya li sêdaredana pêşewa Qazî Mihemmed, Hacî Baba Şêx,  û Muhammed Huseyîn Xan Seyfî Qazî û hemî şehîdên Kurdistanê carekî din bi rêz û hurmet bîr tînin û li ber bîranîna wan bejana xwe ditewînin. Her wiha sêrîde dakirkerên rejîma Îranê û hemî dakirkerên Kurdistanê şermezar dikin."