KNK'ê cejna Çarşema Sor pîroz kir

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), cejna Çarşema Sor li civaka Êzidî, tevahiya gelê Kurd, gelên Kurdistanê û yên herêmê pîroz kir.

Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya cejna Çarşema Sor peyamek weşand û cejna Çarşema Sor li civaka Êzidî, tevahiya gelê Kurd, gelên Kurdistanê û yên herêmê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Sibe Çarşem e, Çarşema Sor e, Çarşema serê Nîsanê ye, cejna Kurdistanê ye. Cejna Çarşema Sor a civaka Êzidî, xwedî wateyek dînî û dîrokî ye. Dînê Êzidî yek ji dînê herî kevnare yê Kurdistanê ye. Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye."

KNK'ê da xuyakirin, ku ew hêvîdar in cejn li gorî wateya nirx û pîroziyên dîrokî, dînî û civakî bandora xwe bike û bibe bingeha aştiyeke mayînde ya nava civak û gelan.

Peyama KNK'ê ya ji bo cejna Çarşema Sor bi vî rengî dewam kir:

"Tê zanîn ku gelê Kurd jî di nav de, herêma Rojhilata Navîn di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe. li Bakurê Kurdistanê, li hember êrîşên hovane yên dewleta Tirk berxwedaneke bêhempa heye. Li Rojava Şoreşa Gel heye, her wiha li Rojava û Başûr jî şerekî mezin heye. Dijminên gelê kurd, di heman demê de dijminên civakên cuda û gelên li herêmê teva ne. Dijmin, di têkbirin, rûxandin, wêranî, qirkirina fizikî û kulturî de sînoran nas nake. Di heman demê de gelan, civakan jî ji hev cuda nake. Ji ber vê çendê, gelê Kurd, gelên li Kurdistanê, xwedî kîjan baweriyê bin, divê bi berpirsiyarî tevbigerin. Divê li dijî dijminên hov û dagirker, di nava yekîtiyek dilsoz de haraket bikin. Li gel hev û ji bo jiyaneke bi rûmet a paşerojan, li gorî nirx, wate û pîroziyên qedîm tevbigerin. 

Bi azadî û bextewarî pîroz kirina cejnên me jî, bi serketina me ve girêdayî ye. Wateya Cejna Çarşema Sor jî, vê berpirsiyarî û baweriyê ji me dixwaze. 

Bi vê hêvî û daxwazê, em weke KNK, cejna Çarşema Sor li civaka Êzidî, gelê kurd û tevahiya gelên li herêmê pîroz dikin."