KNK'ê banga serbesterbana Saçik li Hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir

Konseya Rêveber a KNK'ê bi daxuyaniyekê bang li Hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir, ku siyasetmedarê Kurd, rêveberê FKÊ Alî Saçik ê ji bo alîkariyê çûbû Şengalê û di serdana li Zaxoyê de ji aliyê asayîşê ve hat girtin, serbest bê berdan.

Konseya Rêveber a KNK'ê bi daxuyaniyekê bang li Hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir, ku siyasetmedarê Kurd, rêveberê FKÊ Alî Saçik ê ji bo alîkariyê çûbû Şengalê û di serdana li Zaxoyê de ji aliyê asayîşê ve hat girtin, serbest bê berdan.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser rewşa siyasetmedarê Kurd, rêveberê Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) Alî Saçik ê ji bo alîkariyê çûbû Şengalê lê belê ji aliyê Asayîşe ve li Zaxoyê hat girtin.

KNK'ê di daxuyaniya xwe de bibîr xist, ku di sedsala 21'and e mezintirîn trajediya bi serê Kurdistanê hatiye êrîşa li ser civata Êzidî ya 3'ê Tebaxa 2014'an e û diyar kir ku gef û xetera li ser civata Êzidî ji aliyê DAIŞ'ê ve dewam dike. 

KNK'ê da xuyakirin ku ji ber vê yekê siyasetmedar, aktîvîstên mafên mirov û berpirsiyarên organîzasyonên xêrxwaz têne hem li cih û warê Êzidiyan hem jî li wargehên penaberiyê hevkarîyê dikin û got, "Di vî warî da bi taybetî Federasyona Komeleyên Êzidiya ya li Ewropayê (FKÊ), ku endama KNK'ê ye, gelek aktîv e. Hem hewcehî şandin, hem jî endamên xwe rêkirin meydana ku Êzidî berxwedana jiyanê lê didin."

Daxuyaniya KNK'ê bi vî rengî ye: 

"Yek ji wan kesan jî berpirsiyarê FKÊ birêz Alî Saçik e. Alî Saçik siyasetmedarekî Kurd ê Êzidî ye û bi salan e li Ewropayê û li welat ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê û her wiha ji bo civata Êzidî bi aktîvî xizmet kiriye. Bi vê armancê hatiye Herêma Kurdistanê ku di cih de hevkariya xelkê xwe bike. Ji Rojavayê Kurdistanê heta Herêma Kurdistanê li hemû wargehên penaberan xebata hevkariyê organîze kir û wekî kes jî di nav xebata pratîk da fiîlen cih girt.

Niha me bihîst ku Alî Saçik bi vê xebatê ve girêdayî di seredaniya Zaxoyê da ji teref asayişê ve hatiye girtin. Alî Saçik li derveyî welat wekî siyasetmedar û berpirsiyarekî civata Êzidî di avakirina Parlementa Kurdistanê ya Derveyî Welatî (PKDW) û Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de cih girtîye, endametî kiriye. Alî Saçik bi vê huviyeta xwe ya polîtîk ve çawa dibe ku li Herêma Kurdistanê, li Zaxoyê ji aliyê asayişê ve tê girtin? Ev cihê pirsê ye û KNK ji vê yêkê cidden nerazî ye. Siyasetmedarên Kurd û Kurdistanî divê di nav ewlehiyeke kamil de li welatê xwe seferê bikin û her wiha kar û xebatên neteweyî û mirovî gelek bi rehetî û serbestî bikin.

Em wekî KNK vê teserrufa Asayîşa Zaxoyê ya bêmesûlîyetane bi gotineke herî sade xetayeke ciddî dibînin û li hêviyê ne ku demildest ev qusûre bê serast kirin.

Tikaya KNK ji Hukûmeta Herêma Kurdistanê, ji Wezareta Karên Naxweyî, ji Waliyê Duhokê û Asayîşa Zaxoyê ew e ku Alî Saçik zûtirîn dem bê berdan û lêborîn jê bê xwestin.

KNK hêvî dike ku dem û dezgehên polîtîk, îdarî û asayişî yên Kurdistanê di reftara digel welatiyên Kurdistanê de bi berpirsiyarî hereket bikin û beramberî mirovên xwe maqûl û rêzgir bin."