KJK: Azadiya Rêberê me azadiya jinê ye
Koordînasyona KJK'ê destnîşan kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sedema bingehîn a têkoşîna wan e û got, "Em ê bi şiyara 'azadiya Rêberê me azadiya jinê ye' bi hemû hêza xwe seferber bibin."
Koordînasyona KJK'ê destnîşan kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sedema bingehîn a têkoşîna wan e û got, "Em ê bi şiyara 'azadiya Rêberê me azadiya jinê ye' bi hemû hêza xwe seferber bibin."
Koordînasyona KJK'ê destnîşan kir ku mercên ragirtinê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sedema bingehîn a têkoşîna wan e û got, "Weke tevgera azadiya jinê ya Kurdistanê, em careke din bawerî û biryardariya xwe radigihînin ku ji bo azadiya Rêbertiya me, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi ewlekirina qanûnî û destûra bingehîn, em ê têkoşîna xwe bi hemû hêza xwe bimeşînin. Em ê bi hemû derdorên bi mijarê re eleqedar in, bi xurtî xwedî li têkoşînê derkevin û mezin bikin. Di bin şiyara 'Azaiya Rêberê me azadiya jinê ye' de em ê bi hemû hêza xwe seferber bibin."
Koordînasyona KJK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên hilbijartinê û pêvajoya çareseriyê nirxand. Di daxuyaniya KJK'ê de hat gotin, "Ji dema avabûna Meclîsa Tirkiyeyê û vir ve, ji nava hemû hilbijartinan yekemcar e di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de hemû gelên bindest ên Tirkiyeyê bi hesta yekîtî û biratiyê, li ser bingeha cihêrengiya xwe ya neteweyî, olî û mezhebî, di çarçoveya feraseteke demokratîk, azadîparêz û wekhev de li binê sîwana HDP'ê di meclîsê de cih girtine. Partiyên siyasî yên xwedî zîhniyeta serdest a bi bingeha yek netewe, yek ziman, yek ol, yek al a netewe-dewlet ya xwe dispêre bingeha neteweperestiya klasîk, olperestî û zayendîperestiyê, ji binî ve hejiyane û şikestine. Tirkiyeyê, bi encamên hilbijartinê re ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî û siyasî yên veguherîne kangrenê û ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên jin lê rast tên, bi HDP'ê re mercên siyasî yên ji sekin û lêgerîneke cuda bi dest xistiye. Li Tirkiyeyê, pêşketina di demıokrasî, mafên mirovan û azadiyê de, wê li qada aboriyê jî wekhevî û aramiyê bi xwe re bîne. bi vî rengî jiyaneke adîl, wekhev û bi edalet, welatekî bi temamî pêşketî dikare bê afirandin. Ji bo jinan jî azadî, problemên rizgariyê, tevlîbûna bi awayekî wekhev li her qada jiyanê, sekinandina bûyerên şîdetê û peydabûna derfetên jiyana mirovane, wê paralelî pêşketin û mezinbûna HDP'ê pêk werin."
'RÊBER APO AZAD NEBE, PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NABE'
KJK'ê da zanîn ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane çareser nabe û got, "Weke tercîha gelên Tirkiyeyê, jin û derdorên demokratîk derbasbûna HDP'ê ji bendê û bi xurtî cihgirtina li Meclîsê, ji aliyê giştî ve ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, bi taybetî jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên muzakere, diyalog û aştiyane, merhaleyeke gelekî girîng e. Pîvana bingehîn a demokratîkbûyînê, nêzîkatiya li mîmarê pêvajoya çareseriyê li Rêbertiya me ye. Ji bo rewşa demokratîk al i Tirkiyeyê û xurtbûna têkoşînê tevkariya herî mezin Rêbertiya me kiriye. Rêbertiya me di nava şet û mercên gelekî zehmet ên tecrîdê de têkoşîneke mezin meşandiye û tevkariyên neyên ji bîr kirin li têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê kiriye.
Ji bo ev pêvajo karibe bi erênî bi pêş ve biçe, şert û mercên Rêberê me Abdullah Ocalan lê tê ragirtin, di asta jiyanî de girîng in. Mercên ragirtina Rêberê me û nêzîkatiya li Rêbertiya me, wê dewamî û pêşveçûna pêvajoyê yekser diyar bikin.
Di pêvajoya ji Newroza 2013'an û pê ve destpê kir de AKP'ê û Recep Tayyîp Erdogan xwest li şûna çareseriyê pêvajoyê li demê belav bike, mijûl bike, ji bo xwe bikar bîne, naveroka wê vala bike û bi rêbazên zirav tevgera azadiyê tine bike. Hikûmeta AKP'ê ti carî nêzîkatî û vîna çareseriyê nîşan nedaye. Di vir de, di pozîsyona serokkomar de, helwesta neyînî ya Recep Tayyîp Erodgan gelekî diyarker e. Çareseriya pirsgirêka bingehîn a komarê pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên demokratîkbûyîna welêt, ji bo xurtkirina desthilatdariya xwe weke amûrekê bikar aniye. Gelê Tirkiyeyê di 7'ê Hezîranê de rê nedane hesabên desthilatdariyê û xwe xwedîkirina li ser xwîna ewladên wan. Bêsamîmiyeta AKP'ê ya li pirsgirêka Kurd, neçareseriya hemû pirsgirêkan kûrtir kiriye. Tirkiyeyeke ku pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi çêkerî çareser nekiriye û bi cîranên xwe re neketiye nava ahengiyekê, nikare di asta tê xwestin de pêşketinên mezin derxîne holê. Berevajî wê kaos û tevlîhevî mezintir bibe û di nava bêaramî, hilweşîna aborî û tengaviya civakî de Tirkiye bikeve nava rewşeke kêşmekêşî.
Piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê AKP û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan êdî nikarin bi rêbaza berê bimeşin. Bi taybetî di çareseriya pirsgirêka Kurd de neçar e çareseriyên pêşketî û radîkal pêk bîne. Pirsgirêka Kurd êdî bi hevdîtinên di navbera heyetên dewletê û HDP'ê de were çareserkirin nîne. Pêwîste Rêberê me azad bibe, bi her kesên dixwaze re karibe hevdîtinê bike û bi awayekî azad nêrînên xwe bîne ziman. Şert û mercên ragirtina Rêbertiya me neyê sererastkirin û bi derve re têkiliyê daneyne, pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane çareser nabe. Pêwîste pêşvebirina pêvajoyê, di bin sîwana meclîsê de bi ewlekariya qanûn û destûra bingehîn, bi awayekî zelal û fermî bê meşandin."
'AKP HETA ROJA ÎRO LI GORÎ AGIRBESTÊ TEVNEGERIYA'
KJK'ê da xuyakirin ku AKP'ê heta roja îro bi ti awayî li gorî mercên agirbestê tevnegeriya ye û got, "Di her kêliyê de hemû hêzên dewletê li hemberî têkoşîna azadiyê ya Kurd bikar aniye û ti carî dest ji planên xwe yên qelskirin û tinekirina têkoşîna me bernedaye. Çêkirina kalekol û qereqolan dewam kiriye, bi girtinan re hewl daye çavê gel bitirsîne, bi çêkirina benav û HES'an re zerar daye erdnîgariya Kurdistanê. Alîkariya însanî û çekên herî pêşketî ya ji bo rêxistina xwînxwar DAIŞ'ê, ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye kirin. Bi teqîna herî dawî ya li Amedê û êrîşên kontrgerîla yên xwe dispêre JÎTEM'ê re, rêabzên şerê taybet ên ji salên 90'î gelekî wêdetir, bikar aniye. Di ser fûhûş û narkotîkê re êrîşeke mezin li hemberî civak û ciwanan kiriye."
'AZADIYA RÊBERÊ ME SEDEMA BINGEHÎN A TÊKOŞÎNA ME YE'
KJK'ê di dewama daxuyaniya xwe de ev xusûs destnîşan kir:
"Lewma rûyê rast ê AKP'ê bi awayekî vekirî derketiye holê. Gavên ji bo demokratîkbûyînê li aliyekî, bi qasî ku rê li ber komkujiyên girseyî veke serî li rêbazên şerê taybet daye û êrîşî gelê me kiriye. Li aliyê din jî nîqaşên 'çek danînê' dimeşîne. Di rewşeke ku Kurd li çar aliyan bi hesabên hegemonya û ferasetên dewletên netewe-faşîst-tekparêz hatine dorpêçkirin de û di demeke ku rêxistineke mîna DAIŞ'ê ya xwînkar, serjêker, kujerê jinan, tecawizkar li pêşberî me ye de, ti carî dest ji çekan nayê berdan.
Ji ber vê yekê mercên ragirtinê û azadiya Rêberê me ji bo me sedema bingehîn a têkoşînê ye. Ji bo rêveçûna pêvajoyê, heyeta şopandinê, derfetên têkiliya bi derve ya Rêbertiya me û avabûna sekreteryayeyek diçe giravê û tê, girîng e.
Hikûmeta ava bibe, heta ku pirsgirêka Kurd li ser bingeha destûra bingehîn a nû ya demokratî nenirxîne û çareser neke, wê bi ti awayî serketî nebe. Pêwîstiya Tirkiyeya bi şerê ji aliyê dijminê mirovahiyê û Îslamê rêxistina DAIŞ'ê ve hatiye derxistin dorpêç bûye û pêwîstiya tevahiya gelên herêmê, ji nan û avê bêhtir bi demokrasî û hevparbûyînê heye. Heta ku li Tirkiyeyê pêngava demokratîkbûyînê neyê avêtin, ti pêşketin nabe.
Weke tevgera azadiya jinê ya Kurdistanê, em careke din bawerî û biryardariya xwe radigihînin ku ji bo azadiya Rêbertiya me, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi ewlekirina qanûnî û destûra bingehîn, em ê têkoşîna xwe bi hemû hêza xwe bimeşînin. Em ê bi hemû derdorên bi mijarê re eleqedar in, bi xurtî xwedî li têkoşînê derkevin û mezin bikin. Di bin şiyara 'Azaiya Rêberê me azadiya jinê ye' de em ê bi hemû hêza xwe seferber bibin."