KJA, HDP, DBP: Em berê xwe bidin Amara
Li Amed, Êlih û Edeneyê ji bo meşa Amarayê banga tevlîbûnê hat kirin. Rêveberên KJA, HDP û DBP'ê bang li gel kirin, ku bi ruhê Newozê berê xwe bidin Amarayê.
Li Amed, Êlih û Edeneyê ji bo meşa Amarayê banga tevlîbûnê hat kirin. Rêveberên KJA, HDP û DBP'ê bang li gel kirin, ku bi ruhê Newozê berê xwe bidin Amarayê.
Li Amed, Êlih û Edeneyê ji bo meşa Amarayê banga tevlîbûnê hat kirin. Rêveberên KJA, HDP û DBP'ê bang li gel kirin, ku bi ruhê Newozê berê xwe bidin Amarayê.
AMED
Rêxistina HDP'ê û DBP'ê yên Amedê bi boneya tevlÎbûna Meşa Amara ya ji bo 4'ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li gelê Amedê kirin ku biçin Amarayê. Hevserokê HDP'ê yê Amedê Omer Oner, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd li ser gelê Kurd tê meşandin. Hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk Newroz li Kurdan qedexe kir, lê gelê kurd bi tevlîbûna sed hezaran li Amedê Newroz pîroz kir. Em bang li hemû gelê Kurd dikin ku bi ruhê Newrozê bimeşin Amara û tecrîdê bişkînin." Oner, da zanîn ku ew qedexeya Waliyê Tirk ê li Rihayê nas nakin û wê bimeşin Amarayê.
Cîgira Hevseroka DBP'ê ya Amedê Leyla Ayaz jî diyar kir ku ew ê li dijî tecrîd û qedexeyan di 3'ê Nîsanê saet di 08.00'an de ji Amedê bi rê kevin û berê xwe bidin Amara. Ayaz, bang li tevahiya gelê Amedê kir ku ji bo tevlîbûna meşê di saet di 08.00'ê Sibeha 3'ê Nîsanê de li ber avahiyên DBP'ê yên Bajar û navçeyan kom bibin. Ayaz, bi taybetî bang li jinan kir ji bo tevlî meşê bibin.
ÊLIH
Pêkhateyên KJA'yê yên Êlihê, rêxistinên HDP û DBP'ê yên Êlihê bi boneya meşa Amarayê ya ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan a wê di 4'ê Nîsanê de li Amara bê lidarxistin, civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahiya rêxistina DBP'ê pêk hat û di civînê de gelek kes amade bûn. Di civînê de Hevseroka DBP'ê ya Êlihê Nûrten Uzumcu axivî û bi bîr xist ku Ocalan di nav civak û dîrokê de rêberekî girîng ê sedsala 21. e û got ku Ocalan rastiya gelekî derxistiye holê û nefes daye gel. Uzumcu dest nîşan kir ku Ocalan di serî de ji aliyê gelê kurd û gelek aliyên civakê ve tê hezkirin û bang li gel kir ku da beşdarî meşa rojbûna mîmarê jiyana nû û îradeya bi milyonan a Ocalan bibin. Uzumcu di dawiya axaftina xwe de bernameya ji bo rojbûna Ocalan a dê li Êlihê wê pêk bê parve kir.
EDENE
Rêxistina HDP'ê ya navçeya Edene Ceyhanê jî bi heman armancê li avahiya xwe civîneke çapemeniyê pêk anî. Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Tahîr Ozdemîr bal kişand ser tecrîda şidandî ya li ser Ocalan û bang li her kesên aştîxwaz kir ku beşdarî meşa Amarayê ya 4'ê Nîsanê bibin. Ozdemîr diyar kir, ew ê roja 2'ê Nîsanê ji Ceyhanê bi rê kevin û banga tevlîbûnê kir.