BI DÎMEN

Kîlîsî: Çeteyên ji aliyê AKP'ê ve tên xwedîkirin êrîşî me dikin

Gelê Kîlîsê berdêla polîtîkayên kirêt ên AKP'ê dide. Kîlîsiyan dan xuyakirin ku çeteyên li Sûriyeyê yên ji aliyê AKP'ê ve tên xwedîkirin êrîşî wan dikin û diyar kirin, medya cih nade rastiyan.

Polîtîkayên kirêt ên AKP'ê ku li Sûriyeyê bi rêya çeteyên dijminê mirovahiyê şerê wekaletê dimeşîne, herî zêde zerarê dide gelan. Yek ji gelên ku cezayê polîtîkayên AKP'ê yên li Sûriyeyê îflas kirine dide, gelê Kîlîsê ye. Ji Çileya 2015'an û vir ve çeteyên li Sûriyeyê yên pişta xwe dispêrin AKP'ê, zêdeyî 50 roket avêtin Kîlîsê. Ji ber van êrîşên bi roketan li Kîlîsê 18 kesan iyana xwe ji dest dan, bi qasî 100 kes jî birîndar bûn. Bi hezaran kes, ji ber polîtîkayên AKP'ê yên kirêt dan xuyakirin, ku jiyana wan ewle nîne û ji Kîlîsê koç kirin. Der barê bûyeran de gelê Kîlîsê ji ANF'ê re axivî.

'JI BER BOMBEYÊN LI ME DIBARIN, BAJAR TÊ VALAKIRIN'

Esnafekî bajêr Hanîfî Çapan da xuyakirin, ku ji ber êrîşa bi roketan a ji sersalê û vir ve ji aliyê Sûriyeyê ve tê kirin, li bajêr jiyana kesî ewle nîne û destnîşan kir, ku weke esnafan karê wan sekiniye. Çapan got, "Eger rewş bi vî rengî dewam bike, wê kes li bajêr nemîne" û ev nirxandin kir: "Ji ber bombeyên li Kîlîsê dibarin gel bajêr vala dike. Xwendekar çûn. Weke esnaf jî em di rewşeke zehmet de ne. Li cihên me yên kar bi tenê personel man e. Tu li derve li mirovan bigere, bi zehmetî tu yê kesekî bibîne. Jiyana mirovan êdî ne ewle ye. Divê rayedar derhal ji fuzeyan-bombeyan re çareyekê bibînin. Nabe rewş bi vî rengî dewam bike. Eger dewam bike wê kes li Kîlîsê nemîne. Ev der wê bibe bajarekî vala."

'LI GORÎ HEJMARA FERMÎ 18 YE, LÊ YA RAST 30 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN'

Ji şêniyên Kîlîsê Erhan Aydin jî anî ziman, çeteyên li Sûriyeyê beriya niha jî roket û fuze avêtin Kîlîsê û ragihand, bi meha Çileyê re ev êrîş zêde bûn. Aydin bibîr xist, li gorî hejmarên fermî ji ber fuze û roketên ji aliyê Sûriyeyê ve hatin avêtin li Kîlîsê 18 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi qasî 100 kes birîndar bûn û da zanîn, ku li gorî nirxandinên li herêmê tên kirin ev hejmar gelekî zêdetir e. Aydin da xuyakirin ku bi qasî 60 caran bi roket û fuzeyan êrîş li Kîlîsê bûye û ji ber van êrîşan zêdeyî 30 kesan jiyana xwe ji dest dane. Navborî da xuyakirin, ji ber êrîşan Kîlîs di rewşeke zehmet de ye, xwendekar ditirsin û bi qasî 2 hezar 500 xwendekarên zanîngehê ji ber vê yekê qeyda xwe betal kirine û vegeriyane warê xwe. Aydin got, "Hevalên me jî di nav de gelek esnafan dikanên xwe girtine. Eger ev êrîş bidomin, wê Kîlîs bibe bajarekî hatiye terikandin. Rewşa Kîlîsê cihê dilşewatê ye. Ev rastî di medyayê de cih nagire. Hikûmet naxwaze di medyayê de cih bigire."

'ÇETEYÊN TÊN XWEDÎKIRIN ÊRÎŞÎ ME DIKIN'

Aydin got, "Dema ji aliyê Kobanê ve fîşekek bi tenê bê, erd û ezman diheje, lê ji aliyê Ezazê ve bi dehan fuze tên avêtin bes hikûmet bêdeng e" û wiha dewam kir: "Beriya çeteyên DAIŞ'ê êrîşî van deveran bike, ji vir bi hêsanî mirov diçûn Sûriyeyê û dihatin. Me ev dît. Tiştekî vekirî ye û ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Çeteyên li aliyê din ê sînor birîndar bûn, li Nexweşxaneya Dewletê ya Kîlîsê hatin dermankirin. Ji ber ku wê çaxê dest nedidan Kîlîsê, gel nerazîbûn nîşan nedida. Piştî ku êrîşan destpê kirin, birîndarên xwe êdî li pêş çavên mirovan nanîn. Ji ber ku gel nerazîbûn nîşan da. Ev hemû ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Gel bi tirs û fikar e. Gelek kesî koç kirine. Yên mayî jî nikarin ji malên xwe derkevin.

Der barê fuzeyên li Kîlîsê dikeve de medya dibêje 'fuzeyên ji aliyê Sûriyeyê ve li Kîlîsê ketin'. Di navbera ket û hat avêtin de cudahiyeke mezin heye. Ev demeke dirêj e medya bi zanebû nabêje DAIŞ a bi zanebûn fuzeyan davêje, berpirsyarê van êrîşan e. Mîna ku ji ber şerê li Sûriyeyê fuze bi şaşitî tê li Kîlîsê dikeve. Daxuyaniyên rêveberên hikûmetê jî di vî warî de sosret in. Daxuyaniya Walî ku digot 'destnimêja xwe bigirin û derkevin derve', 'ev fuze ye, li ezmanan nabîne, ji xwe wê bikeve' daxuayniyên sosret in. Gel gelekî nerazî ye. Gel li ber dengê daye AKP'ê dikeve. Poşmaniyeke mezin heye. Divê rayedar derhal Kîlîsê ewle bikin. Heta niha gel nerazîbûn nîşan nedida. Piraniya wan ji ber tirsê û vegirtinê bêdeng diman. Gel dibêje; çeteyên tên xwedîkirin êrîşî me dikin. Li hemberî hikûmetê gelekî nerazî ye."

'MIROVÊN LI KÎLÎSÊ NE EWLE NE'

Xwendekarê Zanîngeha 7 Aralik a Kîlîsê Mehmet Halît Kanez jî bal kişand ser encam û atmosfera li Kîlîsê ya ji ber êrîşên bi fuze û roketan û got, "Ji ber van fuze û roketan, ji sedî 30 ê xwendekarên li Kîlîsê dixwînin, qeydên xwe betal kirin û vegeriyan bajarên xwe. Bajar veguheriye bajarekî xeyalet. Ji ber van fuze û roketên tên avêtin zêdeyî 18 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan, bi qasî 100 welatiyên me birîndar bûn. Dewletê li hemberî vê rewşê ti tedbîr negirtiye. Gel û esnaf nerazî ne. Êrîşa bi fuze û roketan hînê dewam dike. Bi ti awayî li Kîlîsê mirov ne ewle ne."

...